Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin
Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin
Dema weşanê: Adar 20, 2019, 10:55 Dîtin: 867
Li Ser Wesfên Felsefeya Îslamê Çend Gotin
Dema ku em li rojavaya nûjen dinihêrin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide. Ango hest û ramana çêbûnê, pêşdetir e. Ramana rojava, li ser pêşketina dinyayê û li ser şeklê guherînê rawestiya ye. Lewra, ramana rojava ya bingehîn, li ser pirsa zanayiyê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çi ne? Beguman di ramana rojavayê de, mirov dikare bibêje ku têgeha zanayiyê li pêş e. Di Felsefeya Îslamê de jî: 
1- Ramaneke bêform, bêtevger û neguhor, li ser kar e. 
2- Pirsa herî mezin, 'gelo, di navbera Xwedê û ebdên wî de danûsitandineka/têkiliyeka çawa heye?' ye. Ev pirs jî, me dibe pirsa; 'gelo mirov xwedî semax/xwedî îrade ye, yan na?' û 'mirov, azad e yan na gelo?' 
3- Xwestekên mirovan, wateya/arîşa jiyanê, rastî û çewtî û riya jiyaneka rast, li gorî ramana îslamî têne ravekirin. Lewma jî, di di ramana Îslamî de, guftegoya ol û ehlaqê, zêdetir derketiye pêş. 
 
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî