Perwerdeya li girtîgehê / Name 12
Perwerdeya li girtîgehê / Name 12
Dema weşanê: Adar 1, 2020, 10:41 Dîtin: 2214

Piranî caran berîya binivîsim, dihizirim, di nivîsandina hindek tiştan de dudilim. Ji ber dizanim dilê te nazike. Naxwezim dilê te biêşînim. An jî, kêlîya te di nava xemgînîyê de bi fetisînim.

                Tê bîra min, dema berîya çend salan ferman bi ser Kurdên Êzîdî yên Şengalê de hatî, dema çavên te bi wan zarokên Şengalê diket û di girîyayî. An jî dema çavê te bi zarokekî şerpeze diket, bi dizî û bêdengî rondikên te dibarîn.

 Xezala min a birîndar. Ez ji bo bibim dermanê birînên te, bûme nobedarê pêken û xemgînî, girî û coşîyê.

                Çendîn hez nekim tiştinan bo te binivîsim jî, derveyî te kesekî ava kanîya vî dilî bi ser cergê xwe yên kelî de berde tune.

 Bêguman, bêhejmar mirov hene li derdorê min, ez mirovan xirab nabînim. Li gel min, pîvana  “mirovên biçûk” û “mirovên mezin” cûda ye. Min mirov dîtin; piştî min bedena xwe bo jîyankirina wan kire senger, piştî min bêyî dudilî jiyana xwe gorî wan kir û ew ji kevîya mirinê rizgar kirin, wana jî, di tevayî roj û demên jîyana min de hertim û hertim rêz girtin û digrin. Min mirov dîtin; hertim dostanî  û destebiratîya xwe bo min rave kirin. Û bi hezaran mirov yên min nasîne henee. Beramberî mirovan ne tore me. Lê belê di hizir û zeyn û hiş û bîra mirovî de, cihê her beşerekî cûda ye. Di nava rûbarê jîyana min de, her cihok, her çem, xwedan deng û rengekî taybete, heman wekî wê anîşka ku Ava zapê û Ava Şîn têkilî hev dibin. Rûbarê jîyana min, ji berheva rûbarê min û te, ji tevlîbûna bi hezarana cihok pêk tê. Ji ber vê yekê jî, xweşîya min her ewe, hemî hêl û alîyên vê jîyanê ji bo te derbibirim. Wekî min gelik caran bo te gotîye; Hebûna mirovî, ne wekî ku rehmetîyê deskartes gotî bi hizir, lê belê bi “Têgihiştin, xwederbirîn” ê tête sepandinê . Wateya hezkirin û evînê jî her bi vêyaye. Her mirov di tevayî temen û jîyana xwe de, tenê di nava wê hewldanê de ye, da ku xwe bi her awayî derbibire. Ez çendîn xwe bi te bidim zanîn, bidim derbirîn, ew hinde ez heme. Wekî dîtir tu wate û nirxê jîyanê tune. Derdê her mirovî eveye. Di sîyaset û şer de, di ol, îman û bawerîyan de, di malbat û hemî yekîneyên dîtir yên jîyanê de tenê eve. Herkes hez dike, bi rengekî, xwe bi mirovên dîtir bide nasîn, bide zanîn, bide hesandin û bide erêkirinê. Ji ber wêya jî, ya rastî hez nakim kul, derd, xem û keseran bo te rave bikim. Ji ber ken hertim ji girî baştire.

 Dizanim, min dirêj kir. Carinan yek gotin bese ji bo derbirînê. Tu li def min baya, an jî ez li cem te bama, diba min qet tiştek ne gotiba, tenê minê li nava bîbikên çavên te meyîzandiba û hemî meremên dilê xwe bo te vebigota.

Îro dema ji bo yek demhijmêrê destûr dane me û em derketin eywanê, wekî herroj, carekê bi kişik leyistim û dîsan wekî hemî rojan em, civata me civîya. Civata me bêguman civata Kurdan bû. Kurdên ji hemî deverê Kurdistanê. Xala herî seyr jî ewe bû. Ez bûbûme wergêrê wan. Ne zaza bi Sorana dighişt, ne rojavayî bi rojhilat dighişt, ne Kurmancên bakur bi Behdînîyan dighiştin. Dîsan jî dilê wan nêzîkî hev bû. Hemî tirkên “Qenc” û “Xirab” jî xwe li me digirtin. Ji ber derveyî me kesekî arîkarîya wan nedikir.

Zilamekî tirk yê temenê xwe çil û pênc salî hatibû. Ewe sê çar rojên wî bûn hatibû girtin. Hîna di jêr karîgerîya girtina xwe da bû. Dema qala girtin û qonaxa girtina xwe kirî, ez şaş û mat nemam. Ji ber min têra xwe pergalên vê cîhanê dîtibûn. Bi taybet jî pergal û awayê birêveçûna Komara Elmanan. Lê wîya ne dizanî. Heman wekî çêlîka çûkekî ku cara yekem di jêr baranê de bimîne, gêj bûbû.

Tu jî dizane, tenê ji ber nijad, nasname û netewbûnê, cewazî naxim navbera mirovan de. Lê hindek taybetmendî û çanda jîyana her miletî cûdaye û hindek taybetmendîyên wan yên giştî hene. Vî mirovî, dîyar bû Kurd ne dinasîn, ji xwe min pirsên weha ji kesekî ne dikirin. Ji ber min dizanî, piranîya Tirkan, Kurdan dijmin dibînin û li derve, hindek jê li gel Kurdan qet rûnanin jî.

Li vira jî, wekî her deverê dî, şaş û mat dimînin. Ji ber ew hesta Kurdan ya ku sînga xwe di nepixînin û harîkarîya mirovên dîtir dikin, wan jî digre nava xwe. Roja yekem dema me hev nasî, ji xwe wekî ku aveka qerisî bi ser laşê wî yê sist de berdim.

-Tu ji kîderêyî ?

-Ez ji Balikesîrê me, gelo tu ji kîderêyî?

-Ez ji Mêrdînê me lê min Mêrdîn ne dîtîye.

-Çima? Tu li vira mezin bûyî?

- Na lo xwedê nekê, ez ji ciwanîya xwe ve têkoşerekî Kurdim, li her deverê Kurdistanê gerîyam.

 Ew hîna li ser qerisîna laşê xwe dihizirî, min jê pirsî

-Başe pêwistîya te bi çi heye ka bêje?

 Hindekî bi tirs, lê dîsan jî ew hêz di xwe da dît û got;

-Na tiştek ne pêwiste, malî ava lê belê eger hebê cigara min tune.

 Ji xwe, li vira cigare wekî Litcoinê ye. Haşîş ji cigarê zûtir bidest dikeve. Min jî bangî Jîyan kir;

-Jîyan! bira ji kerema xwe re kîsikekî tutine bide vî biraderî, nû hatîye cigara wî tune.

Sipasîyên wî bidawî ne dihatin. Lê belê guhê min ne lê bû. Ji ber hemî tiştê li vira dihate kirinê di virade dima. Min dizanî dema mirovek, ji girtîgehê azad dibe êdî hemî tiştî di hundur da dihêle. Dîsan jî em ev bûn.

Civata me ya îro jî, li ser vî Kesî bû, tirkekî li Elmanya hatîye dinê û cara yekem bû dihate girtinê.

Jîyan jê pirsî;

-Te diranê xwe çikir?

 Diranek ji berîka xwe derxist û şanî tevan da.

-Vaye li gel mine

Em tev di kenîn. Ji ber vira girtîgeh bû. Em ji derve azadtir bûn û bûyerên veşartî, li vira bêhtir aşkere bûn. Xwedîyê diranê ketî got;

-Min ji qazî re got; Ez saxlem ketime vira û hun dibînin vaye serê min, diranên min belav kirin, ez dixwazim gilî bikim.

Ya rastî ji min re jî çîrok pêwistbûn da bikenim û bidim kenandin. Êdî bi dengê bilind axifîm û min jêre got;

-Tu lez bike, nameyekê bo qazî binivîse û bêje “Dema ez anîm dadgehê, hişê min ne li serê min bû. Kesekî li min nedaye, mala polîsan ava be, diranekî min rizî bû, ew jî rakirin û ew hinde qenc û baş bûn, xizmeteka bêhempa bo min rave kirin, her yekî bi baqekî gula ez pêşwaz kirim. Ez qet naxwazim ji vira derbikevim.”

Çendîn herkes dikenî jî, zilamê Tirk hîna fêrî henekên min nebûbû, bi poşmanî û tirsê bersiva min da;

-Bawerim tu rast dibêjî, dibe ji ber min gilî kir, min di vira de radigrin. Hîna destûrnameya min a ajotinê li def mine û ez ji ber wê girtîme qaşo.

-Bira tu guh li min bigre, vira Elmanyaye, welatekî demokratîk e, mafê mirovan ew hinde pire, ser hertiştekî re ye. Haşa bikne bîyanîyan jî, ji bo qencîya wan dikin. Tu qala lêdan û diranan neke. Bêje bi gul û rihanê ez pêşwaz kirim bila herê.

Berîya bi demekê, ji ber lez ajotina navgînê, qedexeya ajotinê jêre derdikeve. Berê min jî eve çend caran jîya bû. Dema biryar derdikeve, eve destûrnameya xwe birê nake û di wê rewşê de, bi navgînê diçe tirkîyê. Di vegerê de, li Nurnbergê vîya digrin. Ji ber biryar derketîye û vîya jî destûrname rênekirîye ji wan re, bîryara girtinê derxistine.

Piştî tê girtinê, li jûra girtîyan ya li baregeha polîsan, avekê dixwaze, polîs jêre dibêje “Tu çima tika nakî û wekî ferman bidî avê dixwazî?”, eve jî dibêje min tiştekî xirab negotîye, min gotîye ma hun dikarin avekê bidin min? Polîs jî dijûna jêre dike. Eve jî ji ber li vî welatî bûye û li vira mezin bûye, di nava xeyalên xweş de, dijûnên polîs dike lê vedigerîne. Ji bo wî rewşeke asayî ye, dayik û bavên wî li vira bi salan, şev û roj kar kirine, bi xwe li vira bûye û li vira dibistan kota kirîye. Li tirkîyê çawan polîsan ji xwe dibîne, her tiştên dikin rast dibîne, heya wî ji zilm û kiryarên kirêt tune, li vira jî çawan be, welatekî pêşketî, welatekî mirovheze, bi wê boneyê ew jî mafê xwe dibîne gotinên xirab yên polîsan ne pejirîne û dijî derkeve.

Piştî gotinên polîs lê vedigerîne, ew polîs bangî sê polîsên dîtir dike û têra wî lêdixin. Serî lê dişkînin, dirana lê diwerînin û pey vê lêdanê jî derdixin pêşya qazî. Eve jî bi naşî û nezanî, rewşa xwe ji bo qazî vedibêje. Cara yekem bû dihate girtinê. Min dixwest hindekî dilê wî aram bikim û hindekî fêrî Elmanya bikim.

-Qet milata neke û dilê xwe rehet bihêle. Wê te hînî girtîgehê bikin, wê te hînî karên nelirê bikin, wê te hînî hemî tiştên tu dibê “nabe” bikin. Aha vaye li vira her cûre mirov heye. Bi xêra vê girtinê ji xwe re çend peywendîyên kar ava bike, qe dema tu derketî dê bo te pêwist bin. Mînak, min li derve qet karê dermanê bêhişker nekiribû. Ne haşîş, ne kokakîn ne eroîn ne jî hebên ganê, lê min li vira kir.

Zilam matmayî mabû û biraderên derdorên me jî her dikenîn.

-Başe tu cigarê jî nakşînî, te çawan karê dermanî kir, têneghiştim?

Li vira cigare Litcoine, şaş têneghêje, titina min dayî te ne ji bo bazirganîyê bû, lê cigare li vira Litcoine. Heşîş jî Bitcoin e. Ji ber wêya carinan pêwist dike herdukan jî li cem xwe rabigre. Bo te mînakekê bidim, Wê rojê min got ez nan bi pêjim. Min hevîrê xwe sitrand lê haveyn tune bû. Girtîyekî ji pîyên xwe ve seqet heye. Di navgîna bi cerx de rûdinê hevîr kiribû dê şîrînî çêbikirina û min dît haveyn bikar anîye, dema hevîr davête nava rûnê qejilandî, hevîrê wî wekî memikên siltanê di werimi. Ji xwe piranîya fen û fêlên vê girtîgehê, piştî Kurdên me yên Qamişlo, di wî de hebûn. Dema min dît hevîrê wî tirş bûye, min jê pirsî gelo ka haveyn li cem wî heye û dikare bide min an na? “Haveyn heye, bi du kîsikên tutinê, eger heşîş hebê hîn baştire, wê demê dikarim bêhtir bînim.” Got. Ê ji min re jî haveyn ji haşîşê giringtir bû. Min jêre heşîş peyda kir û haveyn jê wergirt.

Min ew ne dinasî, lê li vira ne giringe dîsan jî herkes bi rengekî bawerîya xwe bi hev tîne. Eger min haveyn jê wernegirtibaya, dê hevîrê min wekî quna tajî zuha mabane.

Kenê Kurdên û çend tirkên tevlî civata me bûyî duçû hetanî xanîyên dîtir û hemî nobedaran bala xwe dabû ser me.

Me yek demhijmêra xwe ya li derve wê rojê jî weha bihurand.

 

08.02.2020

Girtîgeha Dusseldorf ê.