Şerê ferz û şah namûs da der
Şerê ferz û şah namûs da der
Dema weşanê: Rezber 29, 2017, 8:42 Dîtin: 730


Yên ji listik û stratejîya kişikan baş dizanin ewê vê nivîsê baştir fahm bikin. 
Di listîka kişikan da stratejîya herî sereke, dîtina kombînezonan e; Yanê divê tu hemû kombînezonên gengaz/mefer, heta dikarî baş bibîni. 
Ya duyemîn jî çalakbûna hemû kevirên serbaz in. Yanê; çalakbûna, şah, ferz, fîl, hesp û rex/req in. 
Kevirên serbaz çiqas bi hev re hevgir bin, şansê serketinê ewqas mezin e. 
Stratejîya sereke, di kişikan da, hevgirîya kevirên serbaz in.

Heman tişt ji bo peyayan ji rewa ye. Peya pêşîya hemû serbazan dikevin şer, bi gelemperî pêşîyê ew tên kuştin. 
Lê taybetîyek peya heye; dema dikeve hundirê rexê/kelê (navê `rex, req` ji wir tê), dibe ferz; lê nikare bibe şah. Serbazên din, fîl hesp û rex, nikarin bibin ferz. Xelata peya jî ev e. 

Li ser textê kişikan (Li ser Kurdistan`ê) kurd bi çar dijminan ra kişikan dilîzin; herçar bûne yek, û ji kurdan bicerbtir in.
Kurd jî bûne çar qet, li ser lîstinê bi hev nakin. 
Yek dibêje fil rake, yek dibêje ferz... 
Yek dibêje hespê rake, yek dibêje rex...
Yek dibêje şah ez im, yê din dibêje ez...
Di navbera şerê ferz û şah da, peya serî bilind dike dibêje ez ketim rexê/kelê, ferz ez im !
Hemû bi hev ketine, nizanin, hay jê tune ne dijmin çi tîne serê wan. 

Dijmin ev anîye serê wan: 

Em pir sef in. Do tişt a di bîr û bawerîya me ra derbas nedibû, îro em bi êş pê hesîyan ! 
Dema Dêya êşê, Daîşê êrişî Mûsil`ê kir, leşkerên Îraqê nerevîyan na ! hezar carî na !!!
Bi zanebûn hîştin. 
Ev hemû tişt bi zanebûn hatibûn kirin, bi plan hatibûn kirin, dema em kurd bihevda ketibûn, dijmin planê xwe çêdikir. 
Em qet nefikirîn; çawa Daîş bê şer Mûsil`ê digrê û dest dide ser hemû çek û sîlehên leşkerên Îraqê? (!)
Yên do Dêya êşê, Daîş kirin Mûsil`ê, îro jî heşdî şabî dikin Kerkûk`ê. 
Do, yên ji Daîşê re Mûsil hîştin, leşkerên Îraqê bûn. 
Îro, yên Kerkûk`ê ji leşkerên Îraq û Haşdî wahşî re dihêlin kurdên xwe firoş in. 
Ne hewceye ez zêde dirêj bikim.

Nebin yek!
Nebin yek bênamûsino, nebin yek!..
Serokên we hene! Ji şêran şêrtir in! ji guran gurtir in!
Her serokek we hêjayî deh Kurdistanan e! 

Eger hinek ar, namûs, şeref, hisyet, fezîlet, wijdan, qerekter, eyb, şerm, di we de hebe, hûn êdî li dijî hev sîyasetê nakin!
Lê em baş dizanin ev mezîyetên min jimartin, ne di we de hene, ne jî di serok û rêberên we de... 

Hemû serok û rêberên we bi tayek porê keçek Êzdî nake! 
Dijmin ketîye ser namûsa we hûn dibêjin: Sûcê ewê din e, seroktîya serokê min qebûl nake. 
Hûn gemar in, kirêt in, qilêr in, newêrek in, bizdonek in tirsonek in. 
Erdem û fezîlet di we de tune, we bi qûna serok û rêberan girtîye. 
Hûn di derbarê hev de hemû tiştan rast dibêjin!
Lê pesnê xwe nedin! Hûn yek ji yê din gemartir û bênamûstir in. 

 

​​​​