Sazkirina Amûrên Pêşvebiran Ji bo CentOS, Fedora, Ubuntu û Debian

Sazkirina Amûrên Pêşvebiran Ji bo CentOS, Fedora, Ubuntu û Debian

Dema weşanê: Adar 3, 2019, 4:21

Nivîskar: Xêro Mîrza

Dîtin: 730

Silav mêvanên malpera min, ezê di vê gotara xwe de liser sazkirina amûrên pêşvebir(developers) a yên liser sîstemên bingeha wan linux weke CentOS, Fedora, Ubuntu û Debian binivîsim.

Dema hûn bixwazin li ser kompîyûter a xwe an jî li ser server a xwe bernama li pêş bixin hewcêyî hinek amûran dibe yên weke;

  • gcc
  • c++
  • make
  • automake
  • û yênditir.

ji bo sazkirina van amûra liser konsol divîya hûn fermanên jêrîn bi rêz pêk bînin.

Berya her tiştî bingeha sîstema xwe nûjen bikin, fermana ji bo nûjenkirin ê;

CentOS û Fedora

sudo yum update -y

Ubuntu û Debian

sudo apt-get update -y

Piştî nûjenkirin ê hûn dê karin dest bi sazkirinê bikin.

Sazkirina ji bo CentOS û Fedora

sudo yum groupinstall "Development Tools" "Legacy Software Development" -y

Sazkirina ji bo Ubuntu û Debian

sudo apt-get install build-essential -y

Her bijîn, divîya êdi liser sîstema we hatibin sazkirin aniha bi fermanên jêr hûn dikarin qontrol bikin;

Ji bo qontrol kirina make;

make -v

Ji bo qontrol kirina gcc;

gcc -v

Hêvî dikim ku hûn bi kêf xweşî bernamên xwe an jî projeyên dî lipêş bixin.

Zor sipas.