„Serhişk nebe û kertîyê neke!“
„Serhişk nebe û kertîyê neke!“
Dema weşanê: Rezber 17, 2019, 6:54 Dîtin: 746

Ev gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump e…

Ji Serokkomarê Tirkîyê Erdogan ra dibêje…

Her çiqas Trump di nameya xwe ya roja 9ê Cotmehê, ji Erdogan ra şandîye da ehmeqîyê neke, gotibe jî, li herêma Serhedê di şûna “ehmeqîyê neke” da zedetir, “kertîyê neke” bi kar tînin.

Loma min jî ev gotina Trump weke bikaranîna Serhedîyan wergerand.

Nameya Trump roja 9ê Cotmehê, berî êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojava kir, hatîye şandin.

Lêbelê heta duh jî, ji şandin û hebûna vê nameyê tu kes hayîdar nebû.

Ji Erdogan û rêvebirên dewleta tirk jî tu dengek derneket.

Duh, dema ku Trump bi Serokkomarê Îtalyayê ra civîna çapemenîyê lidarxist, qala vê nameyê kir û naveroka wê eşkere kir.

Dûra name di çapemenîya Amerîkayê da cîh girt.

Pişt ra jî li dinyayê belav bû.

Îro jî tirk şandina nameyê piştrast dikin û dibêjin; “Serokkomarê me nameya Trump xwend û avêt ser sergo. Bersiva wê jî bi êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê va da!..”

Ne hewce ye gotinê zêde dirêj bikim.

Gotinên Trump ji Erdogan ra gotine kin û zelal in.

Di nameya xwe da çiqas rûmetê dide dewleta tirk û serokkomarê wê û nêrînên wî yên di derbarê Kurd û rêvebirên wan da jî ewqas zelal û li ber çavan in.

Divê ew Kurdên ku xwe carcaran erzan dibînin û dibêjin; “Amerîkayê em firot in”, nameya Trump bi Kurdî jî bixwînin û li ser gotinên wî hinekî bifikirin…

Dibe ku wê gave giranbuhayî ya Kurdan ya li ba Amerîkayê bibînin û fikra xwe jî biguherînin…

***

Nameya Trump:

 

Ji bo birêz Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê
Enqere

 

Serokê birêz,

Emê bigihîjin peymaneke baş. Hûn jî naxwazin bibin berpirsîyarê qetilkirina bi hezar kesan, ez jî naxwazim bibim berpirsîyarê xirabkirina aborîya Tirkîyê, ku vê yekê dikim. Ji xwe di dema pirsgirêka Keşîş Bronson da min ji vê yekê mînakeke piçûk nîşan dabû.

Jibo çareserkirina hinek pirsgirêken we, ez gelek xebitîm. Dinyayê şas û metal nekin. Hûn dikarin peymaneke baş çê bikin. Generel Mazlum (Generalê SDGê) dixwaze bi we ra bikeve nav danûstandinê. Jibo dayîna hinek tawîzên ku berê tu car nedida, nuha amade ye. Ez nameya ku wî berê ji min ra şandibû, ku min nuha girtîye, kopîyeka wê ji te ra dişînim.

Ger ku tu vî karî rast û bi mirovane hal bikî, dê dîrok bi başî qala te bike. Tiştên baş neqewime, tu yê heta roja dawîyê di dîrokê da wek şeytan cîhê xwe bigrî.

Serhişk nebe!

Kertîyê (ehmeqîyê) neke!

Ezê paşê dîsa li te bigerim.“

 

09.10.2019

Îmze

***

Erdogan, gotina Trump nekir.

Temîyên wî dan alîkî û serhişkîya xwe domand.

Wek gotina Trump, kertîyekî mezin kir.

Nuha jî dor dora Trump e.

Jiber ku doçika kerê îro diqete.

Cîgir û wezîrê derveyî û şêwirmendê Trump îro bi Erdogan ra rûdinên û temîyên Trump careke din jê ra dubare dikin.

Ger ku Erdogan dawî li serhişkî û kertîya xwe neanî, emê êdî li benda kirin û kiryarên Trump bisekinin…

Ka ewê Erdogan çawa tî bibe ser çemê Firat û tî şûnda bîne, lê temaşe bikin…

17.10.2019

ikramoguz@navkurd.net