sal 2007

Dîrok: Rêbendan 27, 2019, 10:27

Nivîskar: Helîm Yûsiv

Dîtin: 808

sal 2007

Hejmarek bû, wê ji ser rûpelan bê rakirin û li şûna wê, wê hejmareke din bê nivîsandin.

Cara sedî piştî vê carê, mirovin din ku niha tunene, wê hejmarê biguherin, lê ne ez û ne hûn, emê tunebin.

Wî çaxî wê hinek ji wan bi hev re bikenin û bibêjin ku berî sed salî jî mirovan wekî îro bi hovîtî hevdu dikuştin. Wê bêjin ku şaristanî hê jî mirov ji asta lawiran derbas nekiriye û duh ji îro ne çêtir bû.

Kî dizane kî li ku mir û kî li ku çêbû.

Dîsa sînor wekî xwe man, tenê hejmara girtî û kuştiyên li ser sînoran zêde bûn.

Hinek bûn bav, hinek bûn dê, hinek jî nema zarok in.Tenê wî zarokê di hundirê min de, bêyî ku bikene, saleke din li temenê xwe zêde kir.

Her sersalek tê û ez li van çiyayên xemgîniyê, yên li ber min sal bi sal bilindtir dibin dinerim, tenê xwestekek di hundirê min de şîn dibe. Xwezî du hezar û heşt diranên min çêbibana, da ku min kariba ev çiyayên asê kevir bi kevir bikeritandana.

Mirov nîvê temenê xwe bi gera li bersiva vê pirsê diqedîne:

- Gelo di vî çil salên ku bên de, ezê çi bikim?

Û nîvê temenê xwe yê din jî bi gera li bersiva vê pirsê diqedîne:

- Gelo min ew çil salên çûyî çawa derbas kirin?

Problema her mirovî ew e ku berî pirsên wî biqedin, temenê wî diqede.

Sal, diranin di devê temenê mirov de, her ku diranek dikeve, temen jî vediciniqe.

Ne ew diran xwe nû dikin, ne jî têne çêkirin. Doktorên diranan li hember nexweşikbûna kenê vî devê diranketî bê çare dimînin.

Her yek ji me dizane bê kîjan salê hatiye dinyayê, lê kî ji me dizane bê kîjan salê wê dinyayê li pey xwe bihêle.

Ev du hezar û heft sal derbas bûn, hîna jî mirovayetî teriya kûçik e.


Parve bike:

Gotarên Navdar

Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî

Destpêkê, ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku, têkiliya vê gotûbêja li ser romana kurdî bi ti awayî bi mijarên şexs   

Hêzîran 19, 2010

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Șingalê û Rûdaw

Destpêk: Serboreyeke min bi Rûdawê reTemenê qunciknivîsandina min a di rojnameya Rûdawê de yazdeh meh in. Rûdaw wekî roj   

Gelawêj 20, 2014

Şaşîtiyên Îbrahîm Seydo Aydogan yên li ser romanên kurmancî

Di der barê romana kurdî de, heta niha tu lêkolînên bi rêk û pêk nehatine kirin. Wisa jî di warê çîrokê de. Ji bilî “mod   

Adar 8, 2011

Du romanên kurdî

Di vê meha derbasbûyî de, du romanên kurdî yên nû ketin destê min.Pişt&i   

Rêbendan 27, 2019