Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Dema weşanê: Befranbar 3, 2020, 2:53 Dîtin: 4448

Qamişlo

Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kurmancî, xatir ji 2019an xwest.

Li her sê heremên rojavayê Kurdistanê: Cizîr, Kobanî û Efrînê, her du weşanxaneyên sereke, Ava û Şilêrê, bi 4 hevgirtin û yekîtîyên nivîskaran ve, tam 54 pirtûkên kurdî yên pirceleb weşandin.

Ji nîvê hejmara pirtûkên derketî zêdetir, 29 heb pirtûk ên Weşanxaneya Şilêrê ne ku navenda wê li Qamişloyê ye.

 

Pêşî helbest û paşê çîrok

Helbestê bi 18 berheman serê lîsteyê girt, di rêza duyem de çîrok bi 9 berheman e û heçî rojnivîs, jîyanname û bîranîn in, bi 6 berheman di rêza sêyem da ne û di rêza çarem da 5 romanên li ser rewşa heyî û koçberîyê hene.

Li ser şanoyê 3 û li ser folklorê jî 3 berhem di lîsteya pirtûkên weşandî da hene, pirtûkên ku li kurdîyê hatine wergerandin tenê du heb in û rêziman, ferheng û dîrokê her yekê ji wan bi berhemeka tik û tenê cihê xwe di lîsteyê da girtiye.

Ji bilî van berheman, 5 pirtûkên pexşanî, lêkolîn û gotaran di lîsteyê da hene.

 

Tenê li rojava û çapa yekem

Di vê raporê da, tenê pirtûkên ku li rojavayê Kurdistanê hatine çapkirin û çapên yekem in, hatine rêzkirin; ji ber ku gelek nivîskarên rojavayî hene ku berhemên xwe li bakur an jî li Ewrupayê (“Berîya Mêrdînê” ya Konê Reş û “Firîna bi baskên şikestî” ya Helîm Yûsiv weke mînak) hatine çapkirin.

Ji 54 pirtûkên ku cara pêşîn îsal hatine weşandin biwêdatir, 46 pirtûkên din jî hene ku çapa wan qedîyabû û di 2019an da dîsa hatin çapkirin. Me 46ên jinûveçapkirî di lîsteyeka cihê li jêrê rêzê kirine. 

 

Pirsgirêkeka weşanê

Li rojavayê Kurdistanê xebatên weşangerîyê heta astekê bêserûber in, ji ber vê hindê di berhevkirina tevaya lîsteyê da hin serêşî û sergêjî çêbûn.

Kelema ku herî zêde di amadekirina vê raporê da em lê likumîn ew e ku zêdetir ji carekê û duyan: heman pirtûk di lîsteya yekîtîyeka nivîskaran û weşanxaneyekê da jî dubare bûye, lê di senifandinê da me ew pirtûk di lîsteya weşanên weşanxaneyê da hesibandiye.

 

Her du lîste

Hêja ye mirov balê bikişîne ser wê yekê ku nivîskar Cemîl Oguz jî lîsteya pirtûkên kurdî yên bakurê Kurdistanê îroj di Dîyarnameyê da weşand û li gor raporê, 252 pirtûkên kurdî li bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê hatine weşandin.

Di her du lîsteyên jêrîn da dê hin kêmasî hebin û dibe ku hin pirtûk bi awayekê taybet hatibin weşandin û haya me jê tune be, lê belê heçî agahîyên di van lîsteyan da ne ji gerînendetî û birêveberîyên dezgehên weşanan hatine girtin û heke şaşîyek hebe, ew berpirsyar in.

 

- Pirtûkên kurdî\kurmancî yên sala 2019an li rojavayê Kurdistanê hatine weşandin:

 

Weşanxaneya AVAyê

1- Mihemed Henîfe\ dastan, folklor\ Umer Kalo

2- Çavkuj\ pexşan\ Ednan Hesen

3- Çivîkên baskokirî\ helbest\ Ronî Elî

4- Sirûda hestên penaber\ helbest\ Ronî Elî

5- Peyalên hewmayê\ helbest\ Ferhad Şirîn

6- Peyalên janê\ helbest\ Can Bapîr

 

Weşanxaneya Şilêrê

1- Jîyannameya Şehîd Mihyedîn\ jîyanname\ Gulîstan Koçer, wergera ji erebî: Aram Hesen

2- Berberoj birîndarên ber bi rojê ve diçin\ bîranîn\ Narîman Evdikê

3- Ji helbestên Resûl Hamzatov\ helbest\ wergera ji tirkî:Dildar Şeko

4- Manî û Manîya\ jîyanname\ Lîlav Îsa

5- Çîrok bi roj nayên gotin\ çîrok\ Zîlan Hemo

6- Wêneyên min î şewitî\ helbest\ Fîxan Hemo

7- Çil rojên çile bi gerîla re\ bîranîn\ Şêxmûs Çibîr

8- Dengsazî\ rêziman\ Berzo Mehmûd

9- Xewnên biêş\ jîyanname\ Botan Hoşê û Narîman Evdikê

10- Lawir, şû kirin, laşê mirovan, gotinên pêşîyan\ danehev û folklor 4 cild\ Ebas Ismaîl

11- Jana Penaberîyê\ rojnivîs\ Zehra Penaber

12- Ji qehra gulîyên te\ helbest\ Aras Hiso

13- Sêdaren bajarên sêwî\ çîrok\ Selam Hisên

14- Di bin sîya evînê de\ çîrok\ Mihemed Welîd

15- Stranan ber xewê\ kurteçîrok\ Hemûdê Ebdo

16- Tehto pelo\ helbestên zarokan\ Fîxan Hemo

17- Berxwedanistan\ roman\ Mîdya Berekat

18- Efrînname\ roman\ Zozan Mihemed

19- Pakrewanekî kurd\ roman\ Merwan Berekat

20- Berfa germ\ çîrok\ Polat Can

21- Rastîya Efrînê\ pexşan\ Xelîl Mûsa

22- Şenagl\ çîrok\ Azad Ararat

23- Çirik\ roman\ Nêrgiz Ismaîl

24- Rûpelên jînê\ çîrok\ Nêrgiz Ismaîl

25- Lîstikên zarokan\ folklor\ Mihemedê Pîrê

26- Nameyên Cengê\ helbest\ Selahedîn Yûsiv

27- Kêlîyên ku mirin bin dikeve\ bîranîn\ Zîlan Hemê

28- Xeyalên koçber\ roman\ Hezar Nerexî

29- Hestên min\ helbest\ Bêbira Talik Kobanê

 

Yekîtîya Nivîskarên Kurd – Sûrîye

1- Qîrîna mirinê\ lêkolîn\ Dilawerê Zengî

2- Gulistan\ helbest\ Dilawerê Zengî

3- Komara lawiran\ çîrok\ Xorşîd Ehmed

4- Gurê belengaz\ şano\ Umran Yûsiv

5- Venasîn\ şano\ Umran Yûsiv

6- Tava heyvê\ helbest\ Leyla Reşo

7- Ez gel im\ helbest\ Nûşîn Bêcirmanî

8- Pênûsa azad sêwî ye\ gotar\ Nûşîn Bêcirmanî

9- Evîn û hest\ helbest\ Taha Selîm Hisên

10- Çend wêne ji şengewîna gundê min\ helbest\ Hozanê Girkundê

11- Evîna dawî (xeleka zêrîn 10)\ helbestên sitranî\ Ciwanê Evdal

12- Sîper\ helbest\ Mihemedê Bekiro

13- Memê Alan\ lêkolîn\ Nûredîn Zaza

14- Ferhenga Rewzan\ ferhengnasî\ Qehar Silo 

15- Ji tirsa kurk ket\ çîrok\ Selah Seyda

 

Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyeyê

1- Biryara dadgehê\ şano\ Luqman Yûsiv

2- Xaka xwe binasin\ dîrok\ Yûnis Hemê

 

Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê

1- Mîdya mi\ helbest\ Dilbirîn Mihemed

 

Weşanên Rêya Rast

1- Bahoz\ helbest\ Xembar Gul

 

- Pirtûkên kurdî\kurmancî yên sala 2019an ku çapa wan qedîyabû û dîsa li rojavayê Kurdistanê hatine çapkirin:

 

Weşanxaneya Şilêrê

1- Serhatîyên Mela Nesreddîn\ serpêhatî\ Ismet Yalvaç

2- Vîn û vîyan\ helbest\ Ebûdê Mexso

3- Ronak û rewşen ji baxê gulşen\ helbest\ Salihê Heydo

4- Kelîle û Dîmne\ çîrok\ wergera ji erebî: Mihemed Ebdo Elî

5- Li rojava nerînek rexnesazî\ rexne\ Xalis Misewer

6- Dilên Navser\ helbest\ Kemal Necim

7- Girêka Kor\ Şano\ Beşîrê Mela Newaf

8- Kurtedîroka gelên Rojhilata Navîn\ dîrok\ Biradostê Mîtanî

9- Yekemîn sînemakarên bindestan – Yelmaz Guney\ Jîyanname\ Nûser Hozan

 

Yekîtîya Nivîskarên Kurd – Sûrîye

1- Bîranînên Osman Sebrî\ bîranîn\ Dilawerê Zengî

2- Qedrî Can\ lêkolîn\ Dilawerê Zengî

3- Osman Sebrî, jîyan û berhem\ lêkolîn\ Dilawerê Zengî

4- Bîranînên Celadet Bedirxan\ bîranîn\ Dilawerê Zengî

5- Şerên Sasonê\ dîrok\ Dilawerê Zengî

6- Ji xunava bîranînan\ komhevpeyvîn\ Dilawerê Zengî

7- Nivêjên Êzîdiyan\ lêkolîn\ Dilawerê Zengî

8- Dîroka mîrnişînên Botan\ folklor\ Dilawerê Zengî

9- Gramêra zimanê kurdî\ werger\ Dilawerê Zengî

10- Simo\ serpêhatî\ Tewfîq Huseynî

11- Lê esmerê\ helbest\ Nûşîn Bêcirmanî

12- Rola hevkarîyê\ lêkolîn\ Dilovanê Deştê

13- Ziman jiyan û hebûn e\ gotar\ Dilovanê Deştê

14- Bingeha fêrkirina rêzimanê\ rêziman\ Dilovanê Deştê

15- Çîrokên mihrecana çarem a Yekîtîyê\ çîrok\ çîroknivîsên mihrecanê

16- Çîrokên mihrecana pêncem a Yekîtîyê\ çîrok\ çîroknivîsên mihrecanê

17- Mirovê winda\ şano\ Ferhad Seyda

18- Ji dil\ helbest\ Hadî Behlewî

19- Newroz\ helbest\ Mûsa Dilbirîn

20- Evîn\ helbest\ Mûsa Dilbirîn

21- Siwar û axa\ çîrok\ Mûsa Dilbirîn

 

Yekîtîya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê

1- Zarê zêrîn\ rêziman\ Arşek Baravî

2- Rêziman, beşê yekem\ Sibhî Ehmed

3- Terya kûçik\ çîrok\ Anahîta Sîno

4- Jîyan\ helbest\ Bawer Can

5- Rojda\ helbest\ Ibrahîm Reşo

6- Roj\ helbest\ Ciwanê Dêrikê

7- Vîn û ahînên min\ helbest\ Pêşeroj Cewherî

8- Bêhna xwînê\ kurteçîrok\ Raman Hesê

9- Serdem\ helbest\ Rustem Welat

10- Ala zer\ helbest\ Xorşîd Botî

11- Mizgîn\ helbest\ Dilbirîn Mihemed

12- Pendên kurdî\ folklor\ Xelîl Kalo

13- Pêlawazên helbestê\ lêkolîn\ Melevan Resûl

 

Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûrîyeyê

1- Siya xewnê\ helbest\ Ebduselam Mehmûd

2- Hêvîyên bi rê de\ roman\ Luqman Yûsiv

 

Weşanên Rêya Rast

1- Dîlan û pîlan\ helbest\ Bextreşê Koçer

***

Jêder: Malpera Rêyê \ Ferîd Xelîl