JORMIROV

Dîrok: Adar 31, 2020, 9:48

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 2208

JORMIROV

 

Amor Fatî, hîmê felsefeya Nietzsche ye. Ev têgeh her çiqas di gelek metnên tirkî de wek "hezkirina qederê" hatibe wergerandin jî, Amor fatî ji hêla naverokê ve ti eleqa xwe bi hezkirina qederê re tune ye. Belê Nietzsche ji mîstisîzma rojhilat bêpar nemaye lê berî hertiştî Nietzsche feylezofekî jiyanhez e ji loma mirov dikare Amor fatî wek "erênîkirina jiyanê" binav bike. Lêbelê dîsa jî ne mumkun e ku em Amor fatî bi tena serê xwe, bêyî teoriya -Dubareya Ebedî- rave bikin. Herweha asta Ubermensch/Jormirov jî bi Amor fatî û bi Dubareya Ebedî ve girêdayiye.

Li gorî Nietzsche gerdûn û jiyana însên her û her ji nû ve xwe tim dubare dike. "Şeytan bi şev û ro li dû te ba û xwe têxista nav fikrên te yî herî nepen û ji te re weha bigota: jiyana ku tu dijî û jiyana ku tê bijî, cardin û cardin hetahetayî tê her bijî û beyî ku tiştek nû lê zêde bibe! berevajî wê hertişt wê wek xwe bimîne! Hingê tê çê bikira gelo?" (Nietzsche)
Jiyan ev e hemî êş û zewqên ku tu dijî wê tim xwe dubare bike, paşeroj jî ev e û pêşeroj jî ev e, tê dîsa jî bixwazî vê jiyanê bijî? Bersiva Nietzsche weha ye "Ma jiyan ev e? Naxwe dîsa dixwazim bijîm." Belê li hember vê Dubareya Ebedî bersiva te ERÊ be hingê tu digihê merheleya Amor Fatî lêbelê ev yek ne teslîmiyet e berevajî wê li hember hemî nebaşiyên jiyanê dîsa jî Erênîkirina Jiyanê ye bi gotineke din ev yek berxwedêrî ye. Di vir de pratîka Sîsîfos hêjayî pesnêye.

Heke te vê Dubareya Ebedî qebûl kir ev yek tê wateya jibîrkirina paşeroj û pêşerojê û mirovê paşeroj û pêşerojê ji xwe re nekir xem hingê ew dikare nihademê bi awayekî rind bijî û ev yek jî deriyê jormirovtiyê vedike.

"Meymûn ji bo mirov çi be, mirov jî ji bo Jormirov ew e"

Ferhat Dayan
31.03.2020


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019