Helbest û Felsefe

Dîrok: Êlûn 20, 2019, 8:17

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 2856

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xuya ye ku ev nîqaşên li dora helbest û felsefeyê de diqewimin dê zû bi zû jî dawî nebin.

Sokrates û şopînerê wî Platon bi awayekî tûnd li dijî helbestvanan helwestên xwe eşkere kirine. Li gorî Sokrates helbestvan peyvbaz in û erka wan a sereke jî veşartin û vajîkirina rastiyan e. Lêbelê ne mumkun e ku meriv tevlî vê nerîna seqet û xav bibe ji lew re "di xwezayê de her tişt têkildarî hev in."(August Wilhelm) Yanî mirov dikare bibêje ku heke serwerê aqil felsefe be, serwerê hestan jî helbest e! bi vê munasebetê ve di fikr û giyanê mirov de helbest û felsefe du fenomenên hevseng in. Her weha mîna her tiştên di xwezayê de têkiliyek xurt di nabêna helbest û felsefeyê de heye. Meselen hinek helbestvan bi helbestên xwe, xwe daxilî mijarên felsefeyê kirine/dikin û hinek felsefevan jî bi zimanek helbestî tevlî qada felsefeyê bûne/dibin.

"Felsefe, di nabêna zanist û teolojiyê de maye." (Bertrand Russell) Bi ya min tam di vir de helbest xwe digihîne hewara felsefeyê çimku felsefe bêtir li ser problemên epîstemolojîk radiweste û helbest dikare bi awayekî pir hêsa qada ontolojîk dagire. Têkiliya Heidegger û Holderlin mînakek xweş e. Çawa ku bo Nietzsche "jiyanek bê muzik pûç e" ji bo Heidegger jî jiyanek bê helbest pûç e. Nietzsche bi muzika Wagner ruhê xwe têr dikir, Heidegger jî bi helbestên Holderlin hebûna xwe diafirand.

Îja ku em werin ser felsefeya helbestê yan jî em wilo bêjin ma helbest mecbûr e di xwe de nerînek felsefî bihewîne? yan jî ma felsefevan mecbûr e felsefeya xwe bi zimanek helbestî rave bike? Bersiva min bo her du pirsan jî NA ye. Lêbelê, heke helbest di xwe de felsefeyekê bihewîne bêguman tahm û ekla wê xweştir dibe û dîsa felsefevan jî, heya ji dest bê zimanek helbestî bi kar bîne helbet nivîs xweştir û hêsatir dibe.

Bo peyva dawîn em çi bikin û çi bibêjin jî, mirov heyînek metafizîk e. Ji vê peyva şa'îr xweştir peyv nîn e ku metafizîkiya mirovî rave bike: "Divê helbestek te hebe, her çiqas tu ne helbestkar be jî." û loma jî dixwazim mijara helbest û felsefeyê, bi helbestekê ve dawî bibe û bila ev helbest jî, ji afirînera Ajero be.

"Min bi kulmek ji xunava kenê li ser lêvên te 

şil dikir pênûsa xwe ya rût û tazî 

û min li ser sînga xwe 

pê helbest diafirandin 

îro pênûs ziwa û helbest sêwî ye."

 

Ferhat Dayan

20.09.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019