Leyl…
Leyl…
Dema weşanê: Rêbendan 22, 2023, 8:57 Dîtin: 494

Leyl…

Xêrhatina wî kirin û cihê wî nîşanî wî dan. Berê xwe da cihê xwe. Meşa wî meşa kûsiyan bû. Di navbera her qewzekî wî de mirov dikarîbû qedeheke çayê xilas bike. Çû li ser cihê xwe rûnişt û li gor daxwaza wan xwe dirêj kir. Gewrekî porxelek bû û pora xwe jî dirêj kiribû. Ji bilî pora xwe li tiştekî xwe xwedî derneketibû. Demeke dirêj gêrkirî ma li ser cihê xwe. Qasek borî û hekîm hat ligel wî. Dîsa xêrhatina wî kir û pirs jê kirin. Hekîm, li gor pirsên wî, tevdigeriya lê dermanek jê re nedidît. Hekîm, ew ji ser cihê wî rakir û şande rontgen û tomografîyê. Demek borî, encamên rontgen û tomografiyê ketin destên hekîm. Hekîm, gazî porxelek kir. Vê carê hekîm ji wî dipirsî. Porxelek, tu bersivê têr û tije nedidan. Hekîm, bêçare bû. Tu tişt xuya nedikir lê porxelek diyar bû ku nerehet bû. Hekîm ber bi maseyan xwe ve birêveçû. Dawiyê, porxelek pirsek kir. Alîkarê bîjişk bi vê pirsê keniya. Serê xwe tewand û kete ber ken de. Hekîm hêj li ser sendelî rûnenîştî vegeriya ligel porxelek.

___ Te go çi?

___ Min go gelo dermanê “Leyl” ji bîr kirine ligel we hene?

Hekîmekî, mîna Loqman bû. Ji alîkarê xwe xwest ku ka lê binêre çend nexweşê wan mane. Peywirdar, gava meyzand dît ku du nexweşan wan mane. Hekîm, ji porxelek xwest ku piştî wan her du nexweşan were ligel wî. Hekîm, li her du nexweşan fekir lê hişê wî, fikrê wî li ser porxelek bû. Heta derman ji wan re dinivîsand sê çar caran reçeteyan wan qontrol dikir. Dizanîbû di van demên wiha de şaşîtî çedibin. Nexweş rêkirin û gazî porxelek kir. Dîsa pirsî:

___ Te go çi?

Bersiv nediguherî:

___ Min go gelo dermanê “Leyl” ji bîr kirine ligel we hene?

Hekîm, ji peywirdar du qehweyê tehl xwest û ew rêkir malê. Ew û porxelek tenê man. Li pêşberî wî runîşt. Rahişt qehweya xwe û bersiva porxelek da:

            ___ Li dergehê me dermanê “Leyl” ji bîr kirine tuneye…

Her keliya diçû, hekîm geştir dibû, porxelek aciztir dibû. Porxelek, ji xwe dipirsî ”Bersiv ev be çima bijîşk, ew rawestandibû?” Hekîm, weke murîdê ku şêxê xwe dîtî li porxelek dinêrî. Hekîm, êdî feyza xwe standibû û devê xwe vekir:

            ___ Tu, mamosteyê min î êdî porxelek. Bibêje te “Leyl” çawa dît?

Porxelek, awirek jê veda mirov digot dê porxelekê rajê wê neştera li ser maseya hekîm û ser û laşê hekîm ji hev veqetîne. Awira wî hekîm netirsand, bêhtir kenand. Porxelek, xwe ne girt:

          ___ Lo hekîmo! Digotin ev hekîm jêhatî ye, mîna Hekîmê Loqman e. Here cem wî dê dermanê te bide te. Lê xuya ye hekîmê min hewceyî derman e.

Hekîm, dîsa beşişî. Ew dibeşişî, porxelek diqeheriya. Hekîm:

            ___ Em hekîm dermanên bedenan didin wan. Ya ku tu ji min dixwazî dermanê rihan e. Ew ligel min hebane gelo ez dê bibûma hekîm?

Porxelek, serê xwe dilebitand. Rast bû ev hekîm jîr bû. Serê xwe bilind kir, hekîm temaşe kir. Hekîm:

            ___ Eee de ka bersiva min bide? Te çawa “Leyl” dît?

Vê gavê porxelek beşişî. Henekên xwe li wî dikir. Tenê peyva “çima?” ji devê hekîm derdiket.

            ___ Lo hekîmo! Mirov “Leyl “ dîtibane mirovê dermanê ji bîr kirina we jî dîtibane. Gelo tu bawer dikî ku “Leyl” bi gerandinê, bi daxwazan bibe qismetê mirovan? Gelo bi eqlê te dikeve ku “Leyl” gora dile mirov, bê ligel mirov?

Hekîm, tegihişt ku bi gotina gel mirov nabe Loqman. Têgihişt ku hêj ji Loqmantiya wî re zahf maye. Ne Loqman be jî hekîm bû. Peyvên wî, pirsên wî, mitaleyên wî nediqediyan. Ji porxelek destûr xwest û pirsa xwe sererast kir:

            ___ Mirov, ji bona dîtina “Leyl”ê divê çi bike?

Porxelek, çavên xwe xurand, pora xwe top kir, bi rûyê xwe lêyîst û kete nav ramanan de. Ev tevgerên xwe dubare dikirin. Hekîm, ew seyr dikir û li heviya bersivê bû. Porxelek, ji deryaya ramanan xatir xwestibû û hatibû cihana şênberan:

            ___ Tu tiştî neke hekîmo! “Leyl” agirekî gûr e. Gava bixwaze te bişewîtîne dê were te bike xwelî.

Hekîmo, dersa pêşî fam kiribû. Porxelek, rabû û bere xwe da deriyê jûrê. Derî vekir lê dîsa li hekîm vegeriya:

            ___ Ji bîr meke hekîmo! “Leyl” dê te bibîne. Lê gava tu ketî agirê “Leyl”ê de vegera we, egera we tuneye. Va tu min dibîne, bi salane ez li xwe digerim lê “Leyl”ê ez dagir kirime û nahêle derman bigihe min.

Porxelek, derî girt û ber bi valahiya jiyanê de meşiya. Hekîm, tenê mabû. Di tenêtiya xwe de bangî “Leyl”ê dikir…