ÊŞÊN TÊKÇÛYÎ…
ÊŞÊN TÊKÇÛYÎ…
Dema weşanê: Befranbar 10, 2022, 9:07 Dîtin: 815
                                                ÊŞÊN TÊKÇÛYÎ…

            Wesayît rawestiya bû li peşberî mala Ûsiv. Xwediyê wesayîtê dizanîbû Ûsiv weke bûkan e divê mirov sebrê bikşîne heta ew ji malê derkeve. Ûsiv xwe û bejn û bala xwe amade dikir, xwediyê wesayîtê jî hinekî li wesayîtê hinekî li zarokên li nav kolanan dimeyzand. Cama wesayîtê herimî bû, rahişt paçikê zer û cam paqij kir. Cama ajokar nêzî sê teliyan jêr ve kişand. Çavên wî zarok didîtin lê dixwest dengê wan jî seh bike. Zehf neçû pêlî bişkoka camê kir û cama xwe girt. Pir hêrs bûbû. Destê xwe bi tund girt, kulmek avête kursiyê milê rastê. Li berîkên xwe geriya û çixareyek derxist. Di nav wesayitê de qedexe kiribû vexwarina çixareyê lê gava dil dixwest qedexe feyde nedikir ji xwediyê wesayîtê re. Ûsiv, deriyê hewşê yê şîn vekir bi rûyekî ken, coşeke bêhempa. Valêzê xwe bire pişta wesayîtê û êxiste nava bagajê. Bêhna wesayîtê jî, ya xwediyê we jî teng bûbû. Derî vekir û silav da xwediyê wesayîtê. Wesayît jî weke rêwiyên xwe dilgiran bû. Hêdî hêdî diçû. Ûsiv, nedipeyivî lê di nava wî de gulan şax vedida, bilbilan gulistan şên dikirin. Lê ji tirsa ruyê tirş, mîna mirovên li nav civata cenazeyan bêdeng dima. Wesayît, êdî ji bajêr dûr ketibû. Ûsiv tevger dixwest, reks dixwest, dînîtî dixwest, deng dixwest… Dest avêt teyba wesayîtê, beriya dengê Mirado kiribû. Pêlî bişkoka teybê kir nekir xwediyê wesayîtê teyb girt. Dîsa dest avêt lê bersiv dîsa bi heman rengî bû. Xwediyê wesayîtê nedihêlişt muzîkê vebike.

Vê carê Ûsiv hêrs bû berê xwe dayê lê ew jî neaxivî. Qaşo roja wan dê bi xweşbûna lê xwediyê wesayîtê tiştek nehêlişt. Wesayît êdî bûbû hespê rewan, Ûsiv ji xwediyê wesayîtê lava dikir ku hêdîka here lê kî ew seh dikir. Wî jî dev jê berda. Heta bajarê dilê xwediyê wesayîtê, wesayît nerawestiya û deng ji her duyan jî dernediket. Çûn ber dikaneke mazotê sekinîn. Yekî xêr hatina wan kir. Heta wan dest û rûyê xwe şuştin wî camêrî depoya wesayîtê tije mazot kir. Dîsa ketin zindana Ûsiv û ber bi menzîla xwe ve çûn. Piştî vê navberê piçekî be jî rih hatibû rûyê Xwediyê wesayîtê. Ûsiv jî ev yek ferq qiribû û mijarek vekir ji bo axaftinê. Xwediyê wesayîtê ne bi coş be jî devê xwe car caran vedikir û Ûsiv bi tena serê wî bernedida. Ûsiv, ev bername ji bo coşê amade kiribû. Wî dixwest xwediyê wesayîtê bê ser hişê xwe û coş û keyf destpê bike. Ji rûyê xwediyê wesayîtê hêz girt û destê xwe avêt teybê dîsa. Lê encam weke serî bû, xwediyê wesayitê deste wî girt û ji teybê dûr kir. Serê xwe bi her du aliyan vekir û nepejirand vekirina teybê. Xwediyê wesayîtê haş nedibû. Wesayît bi rê ve diçû lê Ûsiv ji qehra xwe dixwar, ya zor ji destan tu tişt nedihat. Xwediyê wesayîtê berê xwe dabû rê, hûr û kûr dinêrî, ji bilî rê tiştekî bala wî nedikişand. Demek çû, weke zarokên dê û bavên wan bela xwe li wan didin Ûsiv jî çavên xwe girtin, raziya. Xwediyê wesayîtê tenê mabû. Destê xwe avêt Ûsiv û dêl li wî kir. Ûsiv çavên xwe vedikirin, berê xwe da xwediyê wesayîtê. Wî dixwest tiştinan bêje lê nikaribû xwe. Ûsiv dizanî ne çaxê tinazan e, naxwe dikarîbû tinazan lê bike. Xwediyê wesayîtê berê wesayîtê da milê rastê û wesayît li devereke musaîd rawestand. Serê xwe danî ser direksiyon. Demekê dirêj bi wî şeklî ma. Ûsiv li hevalê xwe, destbirakê xwe seyr dikir. Ji wî re weke yekî biyanî dihat. Gelo çi bûbû ji wî? Ûsiv, nizanî bû çawa tevbigere. Çi bike, çi bibêje belkî şaş û xelet bûna. Ew wisa hêlişt. Kengî xwestî bane dê biaxivî bane.

Xwediyê wesayîtê serê xwe ber bi awêneya biçûk ya milê ajokar ve rakir. Wekî dînekî li xwe dinêrî. Dû re berê xwe da Ûsiv û:

___ Muzîk, êşên min yên têkçûyî tîne bîra min.

ev peyv ji dev derketin. Wesayît şixûland û ketin rê…