Awara Nerway
Awara Nerway
Dema weşanê: Nîsan 17, 2021, 7:38 Dîtin: 1203

 

Kelha Dimdim, Du Leheng û Du 

Malxirab 

 

 

Destana Milli

Du leheg; Xanê Bohtî û Xanê Mûkrîye

Du malxirab ; Şah Abbase û Mehmûdê Alekanî

-Despêk

Di dîroka kurdistanê de dastana Dimdim gelek wateder û gelek mezin, mirov dikare bêje, gelê mê qalikê dizane lê kakilê baş nizane ,hewceye gelê me rewşa berî bûyerê û rewşa piştî bûyerê bizane, ji bilî wê, hewlên leheng û yên bexta jî têbigehe, da bizane ka destaneke çende kûr û çend ye watedar

Kelha Dimdim heyfeke mezine maye li erdê, kul û birîneke li ser dilê min, ez bi hevî me rojekê nifşê netewa kurd wê heyfê hilîne, û akterên kurd vê destana dîrokî bikin filîmekî bi bandor

Her kesekê bihîstiye û gelek kes jî naverok û serhatîya kelha Dimdim agahdare, lê nizanim çend kesa ji dengbêja guhdar kirîye, gelek pirtûk li ser kelha dimdim hatîne nivîsandin, heta niha lêkolîna herî baş ji alîyê Rojhembîrê Mihabadî Ahmedê Behrî ve bi navê Gencîna serbimor hatîye kirin û nivîsîn.

-Nexşe û navnîşan

Di nexşeya Kurdistanê de, kelha Dimdim, dikeve rojavayê bajarê ormîyê, alîyê başûr navçeya Nexede, alîyê rojava herêma biradost û mêrgever, alîyê bakur herêma siro ye, kelhe li sere girekî bilind hatîye avakirin û gelîyê qasimlo diberde dirêj dibe, alîyê din gola Ormîyê xûya dike, ji ber gelek niştecihên derdora kelha dimdim ji nifşê wan kesa nê yên kelha dimdim ji nav birî û di nav sinorên dewleteke dagirker da ye mixabin bermahîyên wê jî, li ber jinav çûnê ne.

– Naverok

Kelha Dimdim ji alîyê Xanê bohtî, yanjî em bejin Xanê lepzêrin ve di sedsala hevdehan (sedsala 17- piştî zayînê sala 1600) hatîye ava kirin, ew bi xwe xelkê herêma bota ne, li hizarcota bûya xwîndar û ji ber xwîndarîyê mihacir bûye, çûye Rojhilat, bûye hewîyê şahê îranê Şah Ebas, gelek xizmeta şah Ebas kirîye û di bûyerekê de deste xwe ji zendikê û pêda winda kirîye, Şah Ebas destekî zêr jêre daye çêkirin, ji ber wê navê wi bûye Xanê lepzêrîn.

Piştî Xanê lepzêrîn dest bi avakirina kelha dimdim kirî, bi fesadîya nexêrxwaza, navbera şah Abbas û Xanê lepzêrin bûye nexeeşî, encama nexeeşîyê bûye neyarî û şer.

Şah Abbas bi leşkerekî giran hatîye ser kelha Dimdim, şervanên Xanê lepzêrin berxwedaneke mezin kirîye, lê Ji ber hejmara zêde ya leşkerê Şah Abbas encam bûye şikestin û têkçûn.

Xanê lepzêrin bi destûra şah Abbas des bi çêkirina kalha Dimdim kirîye, ji vê kêlîyê û pêde dest pê dike.

-Bi kûrtasî Sedem û destpêka şer

Dema çîn û moxûla roma reş (tirk) ji asya navîn ajotîn, xelkê roma reş (Tirk) ketibûne ber xeterîyeke mezin, roma reş (Tirk) ber bi rojava ve direvîyan û hêza Çîn û moxûla ketibûne pê, xelkê romê (Tirka) hêj li ser bawarîya Şamanîzimê bûn, hawara xwe gihande artêşa İslamê, artêşa İslamê bi şerte ew ben ser bawerîya İslamê, di hawara wan çûn qebûl kirini, roma reş (Tirka) şertê artêşa İslamê qebûl kir, artêşa İslamê di hawara wan çûn, li herêma talasê, bi hevkarîya artêşa İslamê, artêşa Çîn û moxûla têk birin, piştî vê bûyerê, roma reş (Tirka) fehim kirin, ew bi ola İslamê dê bibin xûdan hêz û welat, İslam wekû stratejîyk û bawerîya xwe qebûl kirin, piştî hatina ser bawerîya İslamê, beşek ji wan meshebê şîa, beşek ji wan meshebê sûne hilbijartin.

Hilbijartina van mesheba hewleke stratejik bû, yên bi alîyê qafqas û welatê Farisa de çûyî, da xwe li ser welatê Farisa û herêma qafqasya bi cih û war bikin, meshebê şîa hilbijartin, yên ber bi Kurdistan û Anadolê ve hatîn, da xwe li ser welatê Kurda û ereba bi cih û war bikin, meshebê sûnne hilbijartin, niha Azerî û Tirkûmanên İranê tev li ser mesebê şîa ne, hamişe bi tûndî alîgirên desthilatdarîya dewleta Îranê bûne, hêj wisane, bandora vê stratejîyê, seranser li ser Kurdistane gelek girane û giranîya wê domdike.

-Wate û bandor

Kelha Dimdim, ji alîyê sîyasî ve bûyereke gelek bi bandor û dîrokîye, armanca Xanê lepzêrîn xûrtkirina desthilatdarîya Kûrdan û parastina gele Kurd bû, kelha Dimdim hewleke neteweyî ye, dema Xanê Lepzêrîn Kelha Dimdim ava kir, fermandarên Şah Ebas, yên tirkûman û azerî, dinavbera Şah Ebas û Xanê lepzêrîn de dest bi fesadîyê kirin, destebirayên kevin li hev bûne kêr û penîr, heta Şah Ebas bi leşkerekî giran hate ser kelha Dimdim, ji bo tirkûman û azerîya, yên herêma bajarê Tebrêzê derfetek çêbibû, dixwestin bi deste Şah Ebas kurda ji herêma ormîyê dexinin û xelkê xwe li wê herêmê bi cih bikin, dema Şah ebas kelha Dimdi dorpêç kirî, piranî leşkere wî ji tûrkûmana û azerîya pêk dihat, dema şerê kelha Dimdim destpê kir, Şah Ebas nameyên qencî û li hevhatinê ji Xanê lepzêrîn re dişandin, fermandarên Tirkûman û Azerî name digûhertin, name dikirine sixêf û gef, Xanê lepzêrîn jî nameyên li hevhatinê ji şah Ebas re dişandin, disa qazid û peyîkên Tirkûman û Azerî name dikirine, nameyên nav dixwe dane û rikeberîyê.

Piştî berxwedana kelha Dimdim têk çû, wê serdemê sihhezar (30.000) malên Tirkûmana li herêma bajarê Ormîy niştecih bûn, Tirkûman gihabûne armanca xwe, iro hejmara şênîyên navenda bajarê Ormîyê ji sedi şêste (%60) tirkûman û azerî nê, û ji bajarê Mako, Salmas, Ormîye heta mihabat bi navê eyaleta Azarbeycana rojava bi nav kirine, navê xwe danîne ser herêmeke rojhilatê Kûrdistanê, ev kêşeye ji bo paşeroja rojhilatê Kurdistanê, arîşeyeke metirsîdar e.

-Şirove

Du leheng û dû malxirab

Lehengek Xanê lepzêrin, yê kelha dimdim ava kirî yê, lehengê din Xanê Mûkrîye, hewl û bizavên Xanê Mûkrî gelek di watedarin, ew hêjayî hemû methe û pesina ye, ji ber di navbera xanê Mûkrî û Xanê lepzêrin de xwîndarî hebû, lê Xanê Mukrî gûh neda xwîndaryê, jibo piştevanîya Xanê Lepzêrîn hate kelha dimdim, Xanê lepzêrî bi şik û guman xwindarê xwe Xanê mûkrî pêşwazî kir, lehengê serhildana Agirî Ferzende begê Silêmanê Ehmed gotibû ev şere ne şerê eşîra ne şerê me kurda û tirka ne, Xanê mukrî ev gotina Ferzende beg berîya çar qirna gotibû Xanê Mûkrî, gote Xanê Lepzêrîn xwindarîya min û te ji vê dozê cûda ye, ev doze doza me teva ye, bi şik û guman nebe, jı min piştrast be, piştî van gotinên Xanê Mûkrî herdû Xanên Kurd mil bi mil şerê Şah Ebbas kirin.

Du Malxirab

Malxirabek Mehmûdkê alekanî ye, Mehmûdkê alekanî; xûlamê Xanê Lepzêrin e, demekî Mehmûdkê alekanî ne î amade, Xanê Lepzêrin xûlamên li kelha Dimdim hemû xelat kirin xelatê Mehmûdkê alekanî teslîmî kevanya malê kiribû, ya ji Mehmûdkê alekanî ve ew nehatîye xelat kirin û xedre li wî hatîye kirin, bi sedema vi xelatê kêm biha, bê bextîyeke mezin kir, çavkanîya ava kelha Dimdim nişa neyara dide û dibe sebebê têkçûna hewl û bizava Xanê Lepzêrin,

Malxirabê din Şah Abbase; Şah Ebbas eslê xwe kurdekî ji bawerîya ezdayetîyê ye, ji bawerîya ezdayetîyê çûye ser dînê Îslamê û mezhebê şia hilbijartîye, bûya Şahê Îranê, Şah Ebbas Xanê Lepzêrîn têkbirîye û bûye sebep, wê serdemê 30.000 (sih hezar) malên tirkûmana li herêma bajarê Ormîyê bi cih û war bûne.

Kelha dimdim hewleke neteweyî ye û şikestina netewa Kurde li sengerê rojhilat,

Welat jingeh, debar, sebir û hedare, em Kurd malmîratin, me welatê xwe ji her çar alîya bi destê dujmin û dagirkera ve berda, paşeroja xwe û warê xwe kor kir 

 

Min ji ve malpere wergirtiye 

https://www.bernamegeh.org/2021/03/30/kelha-dimdim-du-leheng-u-du-malxirab-remezan-bakur/