Jînenigarî ya Ardî Zêdo

Di 7ê sibata sala 1979an de, li Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navendî û lîse li Mêrdînê xwendin. Di sala 1999an de, li Zanîngeha Wanê (Yüzüncü Yıl Ünv.), Fakulteya Tibê dest bi xwendina bilind kir. Di sala 2007an li Qosera navçeya Mêrdînê dest bi karê bijişkîyê kir. Di salên 2014-2015an de li Zanîngeha Mêrdînê (Artuklu Ünv.) li Enstîtûya Kurdolojîyê mastera bêtez qedand.

Cara pêşî di sala 1992yan de dest bi xwendina kurdî kirîye, hem li ser zimannasîyê û hem jî li ser wêjeya kurdî xwendina xwe didomîne. Xemxwir û xwendevanekî dilsoz ê zimanê kurdî ye. Bi navê Biramano blogek ava kiriye û li wir, li ser xwendin, guhdarîkirin, ger û serpêhatîyên xwe bi kurdî ceribandinan dinivîse. 

Ardî Zêdo

Ardî Zêdo
Parve bike: