Rehmetiyê Yaşar Kemal û Bejan Matur
Rehmetiyê Yaşar Kemal û Bejan Matur
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:42 Dîtin: 752
Rehmetiyê Yaşar Kemal û Bejan Matur
Bejan Matur, di hevpeyvîneke xwe de behsa gotûbêjeka xwe û ya rehmetiyê Yaşar Kemal dike. Yaşar Kemal rojekê di civîneke de lê rast tê û jêre dibêje, 'çima tu bi kurdî jî nanivîsînî?' Bejan Matur jî, wiha bersiva Yaşar Kemalî dide: 'Ma çima tu bi kurdî nanivîsînî? Sebebên te çi bin, ez jî ji ber wan sebeban bi kurdî nanivîsînim.' Gelek caran em ji tirkînûsên kurd dixwazin ku bila ew bi kurdî jî binivîsînin. Lêbelê ev daxwaza me, ne di cih de ye û dûrî aqila ye. Lewre nivîskarî bi xwe jî, xebateke derûnî ye, hunerî ye û behreyeke şexsî ye. Kesekê ku ne xwediyê kultura kurdî be, bi zimanê xwe nefikire, hest neke û xwe aîdê wê kulturê nebîne, gelo dê çawa karibe berhemên hunerî û edebî binivîsîne? Heke binivîsîne jî, gelo dê ew ne berheminên rijî û çêkirî bin? Ji bo nivîsandina her cure berhemên edebî, desta ewil pêdivî bi hesta aîdiyetê heye û piştre jî, pêdivî bi behreyên şexsî heye, da ku meriv bikaribe bi zimanê xwe binivîsîne.
 
Ali Gurdilî 
felsefevan@hotmail.com 
28.02.2017