Jînenigarî ya Ali Gurdilî

Ali Gurdilî, civaknasek î kurd e. Di sala 1966an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Misircê (Gurdilan) hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980an de bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide ku di hinek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Felsefevan, Xwenas, Tîroj û Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Berê, xwedî û berpirsiyariya malpera felsefeyê a felsefevan.org ê û edîtoriya Kovara Felsefevan kiriye.

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî

Civaknas, Felsefevan