Di Felsefeya Îbnî Rûşd de Bandûra Arîstotales
Di Felsefeya Îbnî Rûşd de Bandûra Arîstotales
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:37 Dîtin: 1093
Di Felsefeya Îbnî Rûşd de Bandûra Arîstotales
Îbnî Rûşd (1126-1198) di Serdema Navîn de wekî damezranerê Arîstoparêziyê tê dîtin û li gor bîr û baweriya Rûşd, Arîstoteles tekane fîlozof e. Dîsa li gor baweriya Rûşd, heke mantîqa Arîstoteles tunebûya, wê demê ne zanist û ne jî zanayî pêk nedihatin. Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybet, wan rave kiriye. Mirov dikare bibêje ku rojavayê Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd naskiriye. Îbnî Rûşd wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirov dikare wan bi riya aqil îsbat bike. Li gor ramana Rûşd; made û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku hege livdarî tunebe, zeman jî nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin (zindebar) e, lê 'rihê mirovî' ezelî ye. Di berhemên xwe de, li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîna fîlozofan, rawestiya ye.
 
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî