Derbarê Felsefeya Ehlaqê ya Arîstotales de Çend Gotin
Derbarê Felsefeya Ehlaqê ya Arîstotales de Çend Gotin
Dema weşanê: Adar 19, 2019, 12:34 Dîtin: 729
Derbarê Felsefeya Ehlaqê ya Arîstotales de Çend Gotin
Meriv dikare felsefeya ehlaqê ya Arîstotales, ji berhema wî 'Ethika Nikkomakheia - Ehlaqa Nikkomakhos' fêr bibe. Etîka Arîstotales, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt ber bi wê ve diqesidin. Sincdarî (rewiştdarî, ehlaqdarî) ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişt e ku meriv nêzîkê “tiştên ji bo başiya mirov in” dike, ye. Arîstotales, di ehlaqê de başiyê bi “tiştên ku ji bo mirovan baş in” re, bi sînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e, çalakiya biaheng e ku ew jî di navbera rih û başiyê de ye. Li gorî baweriya Arîstotales, mebesta jiyanê bextyewarî ye. Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku mirov encax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekê û bi yek rojekê bitav, havîn neyê, bi demxweşiyekê kurt re jî berxwidarî nayê. Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidariyê (bextewariyê) ava dike. Di vê xalê de Arîstotales, behsa çar (4) hêmanan dike, ku ew jî xweşî, şanazî, dewlemendî û jiyana teorîk in. Axir meriv dikare bibêje ku li cem Arîstotales jiyana teorîk, ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e.
 
Çavkanî
Fragmanên Felsefî - Ali Gurdilî