
Walter Benjamin: Fragmana teolojîk-sîyasî
Mesîh bi xwe hemû qewimîn ya dîrokî dikemilîne, bi wateya ku ew pêwendiya wê ya bi mesyanî re, bi xwe dikemilîne, diafirîne û difilitîne. Ji ber vê yekê tu tiştek dîrokî bi serê xwe nikare ku bixwaze bi mesyanîtiyê re têkildar be. Ji ber vê yekê ye ku alema îlahî ne telosa (yewnanî: dawî, medsed, armanc, hedef) dînamîzma (di orijînal de: Dynamis, yewnanî: bizav, dînamîk) dîrokî ye; wekî hedefek nayê danîn. Ku merî dîrokî lê binêre ew axir e, ne hedef e. Ji ber vê yekê ye ku nîzama fanîtiyê li ser ramana alema îlahî nayê avakirin, ji ber vê yekê ye ku maneyek teokrasî ya dînî tune ye, tenê yek a siyasî heye. Tevahî înkarkirina wateya teokrasiyê bi tundî, ev emega herî girîng a ‘Rihê Ûtopiyayê’ ya Bloch e.
Nîzama fanîtiyê divê xwe li ser ramana bextewariyê saz bike. Têkiliya vê nîzamê bi mesyanî re,yek ji doktrînên bingehîn a felsefeya dîrokê ye. Ji wê têgihîştinek mîstîk a dîrokê tête şert kirin, pirsgirêka wê ku dikare di wêneyek de were pêşkêş kirin. Ger serê tîrê li aliyek hedefa ku dînamîzma fanîtiyê lê karîgerî dike nîşan bide, li aliyê din jî tundiya mesyanî, bi rastî bi wî awayî jî lêgerîna bextewariyê ya mirovahiya azad hewl dide ku ji rêça mesyaniyê dûr bikeve, lê çawa ku hêzek li ser riya xwe yek a din a di rêça berevajî de diçe pêş dixe, wusa jî nîzama fanî ya fanîtiyê dikare hatina keyaniya mesyanî pêşve bîne.
Îcar fanîtî, ne kategoriyek vê keyaniya mesyanî be jî, lê kategoriyek e, û bi rastî jî yek a herî guncan e, ya nêzîkatiya wêya herî bêdengî ye. Lebê di bextewariyê de her tiştê dinyayî ji bo helweşîna xwe hewl dide, lewra ew ê tek di bextewariyê de bigihe helweşîna xwe. - Herwiha di heman demê de tundiya mesyanî ya rasterast a dil, hundurîn a her mirovekê, tê bedbextiyê re,bi maneya derdkişandinê, derbas dibe. Ew resitutio in integruma ruhanî ya ku ber bi nemiriyê ve dibe, teqabulê yek a din a dinyayî dike, ev a ku ber bi edebiya hilweşînekê dibe û rîtma vê ku biedebî dihere, ya ku di tevayiya xwe de dihere, belê cîhanî ya bi tevayî xweya mekanî û ne zemanî dihere, rîtma tebîeta mesyanî, bextewarî ye. Ji ber ku tebîet ji demkiya xwe ya edebî û tevayî mesyanî ye.
Hewldana ji bo vê, di heman demê de ji bo wan astên mirov ên ku xwezayî ne jî, peywira siyaseta cîhanê ye, metoda wê divê, ku jê re çawa tê gotin jî, nihilîzm be.
Tercîme: Rahmet Yelken
PEYV Û GOTINÊN SOSRET
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir
Hêzîran 1, 2019ORTHOGRAFIA CORDKI
Zhe szedsala 11an ta charyeka pyshin a szedsala 20an cordan be elifba cordki a be xharfyn xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De szedsala 20an da d
Nîsan 2, 2020Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome
Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d
Êlûn 14, 2019SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike
Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û
Êlûn 28, 2019Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur
Befranbar 3, 2020Platonê Leşker
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate
Hêzîran 12, 2019