Alıntı

Ez ji bo heqê xwe, devê xwe li ber kesî xwar nakim, heke ez karibim ez ê bistînim û na heke ez nikaribim; hingê heqê min li kesî tune ye. 

— Max Stirner

Birîna me ne di laş de ye, di ruhê me de ye û em, ji ruhê xwe birîndar in. Ta niha me birîna xwe temirandî ye û loma, birîn baş nabe. Dermanê birîna me ziman, çand û kesayeta me a rastîn e. Heke em li xwe venegerin, em ê her wisa birîndar bimînin. 

— Ali Gurdilî

Tiştên ku em bi wan dizanin zanist e û yên ku em bi wan nizanin jî, felsefe ye.

— Bertrand Russell

Her ramana neguhêrbar, ji bo xwediyê xwe zîndan e.

— Friedrich Nietzsche

Mirovên bedbîn, herdem dawiyeke bedbîn xeyal dikin. Lewma, tu carî xewn û xelayên wan têk naçin.

— Alî Gurdilî

Ji roja ku ez ziman û dilê xwe, ji bo kesên ku fam nakin û ne hêja ne nawestînim, ji we rojê ve ez bextewer im.

— Kurt Vonnegut

Kesên ku ji bo berjewendiyên fermandaran têne perwerdekirin, ew tiredînên dilxwaz yên koletiyê ne.

— Friedrich Nietzsche

Zêrger pirr dikolin, lê kêm dibînin.

— Heraklîtos

Di serdema me de, xetera herî mezin hêzdariya îdeologên nezan e, ku bi rêbazên jakobenîst û zordest, rê û rêbazan li ser xelkê ferzdikin. Tekane tiştê ku dê rê li ber vê zordestiyê bigre jî, ramana azad e, azadiya ramanê ye. Li warên ku azadiya ramanê lê hebe, ji îdeologên famkor re cih tune, rexne û serbestî lê heye.

— Alî Gurdilî

— Wene 4

— Wene 3

— Wene 2

— Wene 1

Rast e meriv bi xemginiya dostê xwe diêşe, ev hêsan e.  Lêbelê ji bo ku meriv bikaribe bi serkeftina dostê xwe dilşa bibe, lazim e meriv xwediyê xisleteke saxlem be.

— Oscar Wilde

Meriv çuqasî hindik bizanibe, hewqasî baş radizê.

— Maksim Gorki

Kesên dildarê giyaneke spehî ne, heta dawî dilsozê evîna xwe ne. Lewre tiştê ku jê hezdikin, bêdawî ye.

— Platon

Ji bo meriv bikaribe xwe bigihîne ronahiyê, divê ji tariyê re bibêje hodrê meydan.

— Platon

Ramanên we têk biçin jî, divê samimiyeta we serkeftinê bi dest bixe.

— Friedrich Nietzsche

Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hêjîran.

— Gotina Pêşiyan

Di nava nîsan û gulanê, xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji gundorê zêrînî li ser sê riyanê...

— Gotina Pêşiyan

Mirov bi zanebûnê nabe mirov lê bi têgihiştinê mirove. 

— Kundirê Çaçan

“Her tişt diherike.”

— Heraklîtos

Dijmin li nigê mirov dinêre, dost li serê mirov dinêre..

— Gotina Pêşiyan

Min digot qey tu bi zimanî, ma tu bi Kurmancî nizanî?

— Cegerxwîn