Sedredîn Şîrazî li ser cîhê ronahiyê di îşraqîtiyê de

Sedredîn Şîrazî li ser cîhê ronahiyê di îşraqîtiyê de

Ronahî çî ye?

Eger ku merî ronahî mîna tiştek ku xwe di xwe de xuya dike û tiştên din ronî dike, fam bike, wê hingê ew bi bûyînê re yeksan û heyînek hêsan e ku xwediyê heman cûreyên bûyînê ye (ev doktrîna bingehîn a felsefeya Îşraqîtiyê ye, ya ku bingeha wê ramanên Zerdeştî ne). Hingê astên ronahiyê ev in:

1.Xwedê,
2. zihn,
3. ruh,
4. cism.

Dîsa li gorî dereceya pêziyadkirinê, di wan de potansiyelîte, tarîtî û prîvatisyon (hebûn an tunebûna hin taybetmendiyan li wan mimkun in) heye. Me ev bi vî rengî di şîroveya xwe ya di derheqê Suhrewerdî de, Felsefeya Îşraqîtîyê, de nîqaş kir.
Îcar hinek ronahiyê wekî kaliteyek sehekî dibînin, ango wekî hebûnek ketober, ên din wekî cismek. Li wê ne pasîfbûnek heye, ne jî bi bandora wê ve guhartin çê dibin, mîna ku bi germa bi tîn ve. Ew di serî de bê guhertina madeyek çê dibe. Û ji stêrkan jî naye, çima ku ew nikarin parçeyên xwe winda bikin. Jixwe li dijî cismbûna rohaniyê gelek sebeb hene:

1. Eger ku cisim bibûya, ew ê bikariba tenê di rêça xweya xwezayî de bizave, ango tenê di aliyek de.
2. Divê piştî girtina pencereyê jî ode ronî bima, ji ber ku hêmanên ronahiyê hîn jî di hundurê wê de mabûna.
3. Esasê cisman ji yê ronahiyê cûda ye. Rakirina ronahiyê ew ê bibûya berhevkirina cisman, ango tarî kirin.
4. Roj (tav) hemû cîhanê ronî dike. Ev bi tu bizava fîzîkî ve nikare were îzah kirin. Eger ku rohanîcism bûbûya, ew ê nikaribûya ji asmanê çaremîn, yê rojê, were serê erdê. Çimkî her çar giroverê asmanî jî nikarin werin qul kirin. Lê di şirova me ya Suhrewerdî de ev argûman nerast derket.

Ronahî bixwe kalîteyek e ku entelexiya (potensiyala maddeyî ya bixweyî bişopîna armanc û mebestan) bingehîn a navgîna dîtinê wiya destnîşan dike, an: kalîteyek ku bi serê xwe dihê dîtin. Lê vana pênasên neaşinatiyê, ango terîf kirin in, ji ber ku ronahî, mîna bûyînê, ne hewceyê pênaseyê ye. Hinekan ronahî wekî çêbûna rengan bi nav kirin. Ronahiya rojê wê hingê tenê derketina kamil a rengê wê ye. Li dijê vê ez îddîa dikim: ronahî kalîteyek e ku li rengê zêde dibe. Ew bi wê re ne yeksan e.

Ronahî û reng bi avayekî objektîfî wekhev in û tenê bi awayê têgihiştinê ji hev cûda dibin, her wekî ku mehiyet (xwebûn, zat) û heybûn (mewcûyet) bixwe di her tiştî de yek û yek in, lê bi mantiqî ji hev cûda dibin. Reng avayek hebûneke taybetmend e. Ew wekî hebûnek ketober ya derveyî li hîn cisman e. Encama guherandin û lihevxistina wê çêbûna cihêreng e. Eger ku reng rengê rastîn bin, ew hilgerêncihêyasayan, ne guhartinên ronahiyê ne. (Di vê tespîtê de ew hemû wekhev in.) Ya ku ji cismek dihê şikestin, ronahiya wê bêyî reng e.

 

Tercîme: Rahmet Yelken


        

Parvekirin: Rahmet Yelken
Xwendin: 373
Dem: Adar 27, 2021
Beş: Mîtolojî
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAFIA CORDKI

Zhe szedsala 11an ta charieka pyshin a szedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De szedsala    

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019