mirovê kû diqêrîya terza

mirovê kû diqêrîya terza

Nivîskar : italo calvino

Wergêr: zekerîya husênî

Cîroka : mirovê kû diqêrîya terza

 

Ez li ser peyarê dimeşîyam . Çend gavan bi paşde wegerîyam û li nîvêka kolanê de min destên xwe wekî kowikê ber devê xwe girt û ber bi qatên jor ê avahîyê qêrîyam: ((Terza))

Sîya min panîk kir û di bin ronahîy hîwê de xwe di bin lingên min de teland. kesik bi pêgermok der bas dibû. Ez dîsan qêrîyam ''terza''

Mêrik gehîşt min û got:

Heger tû bilintir bang negî ew ê dengê te nebihîze . Wer em bi hev re biceribînin . Emê heta sê an bijmêrin û dûre bi hev re biqirên.

Wî got :

Yek .dû . Sê

Û em bi hev re qêrîyan : ((Terza))

Komek bicûk lê şanoyê an qehwexaneyê vedigeriyan kû em di wî rewşê de dîtin . Gotin:

Em ê jî bang bigin .

Ewan jî li orta kolanê tevlî me bûn û yên ewilê got: yek . Dû. Sê. Û me bi yekdengî bang kir: ((Terza)) Kesik din jî gihîşt û tevlî me bû.

Piştî çarîyekê komek bîst kesî li wir hate ava kirin .

Û dem bi dem kesekî nû li me zêde dibû. Di van hemû deman de organîze kirina ji bû qêrîneka baş ne hêsan bû. Timî yek li van berî sê gotinê dest bi qirînê dikir. Û an jî yekî din werê  bi qirîna xwe didomand. Lê di dawîyê de . Hevdengîyek pirî baş hate bidest xistin.

Me wisan biryar dan kû (t) divê hêdî û dirêj (r) bilênd û dirêj. Û (za) jî hêdî û kûrt bê gotin. Deng baş bû. Lê carna me ser u gûhê hew digirt û qasik şûnde jî xirecir têk diçû. Her kes amade bû kû biqîre. di nav komê de ew ê kû dengê wî dihat û digot: bê gûman wî rûyekî qirmiçî heye . li min pirsî :

gelo hûn gûman dikin kû ew li malêbe?

Min bersivand : na

Yekî din got : çi heyf ! Qey te mifta xwe li bîr girî ne wisa?

Min got : ya rast mifta min li ba mine.

Ewan gotên : Başe tu çima naçî jor?

Min bersivand: ez li wir najîm. Ez li taxeka din li bajarê dijîm.

Kesê rû qirmicî pirsî: qusura min bibore! Îcar başe kî li vir dijî?

Min got : bi rast ez jî nizanim

Gel demegî wisa li wê mijarê hûr bûn

Kesekî bi serê ziman pirsî

Ji kerema xwe re şirove bike  bê ka çiman hûn  rawestane û diqêrên terza?

Min got: ji ber kû ez xemgînim . Ger hûn bixwazin . Em dikarin navekî din gazî bikin an jî li cîhek din wê karê bidomînin.

Ewan hinekî xemgîn bûn.ew ê rû qirmicî bi gûman darî got :

Hêvîdarêm kû tû bi ser û rûyên me neken yabî. Min bi rû tirşî got : ji bû çi !  U dûre ji bû pişt rast girina  xêrxwazîya xwe. Ber bê yên din wegerîyam.

Wan  tiştek negotin : kurte demekî şerm kirin. Yek ji wan bi dilovanî got:

Binêrên bû davîyê carekî din emê biqêrên têrza û dûre emê herin malên xwe. îcar ji ber wê me carek din ew dûbare kir.

Yek. Dû. Sê ((Terza))!

Lê ew qas baş çê ne bû.

Girseya gel wegerîyan malên xwe. Hinek li wî alî û hinek li aliyê din. Hema ez gihîştibûm meydanê. Kû Min hest kir hê jî dengek  gazî dike têrza. Divê  kesik li wir mayê û diqêre. Bê gûman mirovekî serhişke.


        

zekerîya husênî
Parvekirin: zekerîya husênî
Xwendin: 978
Dem: Befranbar 17, 2022
Beş: Çîrok
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019