Leylan

Leylan
Nivîskar: Devliken Kelogirî
Beş: Roman
Parve bike:         

Li ber sitrana Ciwan Haco, hestên xwe li ber pêlên şevê berdan. Her du jî ber bi evîneke nuhbişkivî ve diherikîn. Loran bêsebir, ecele dikir, lê hîn jî metirsiyên Alîceê hebûn; hêleke wê şên, hêleke wê bi guman bû.

Şev bi dilê wan derbas bû. Di demeke kin de bi germayiyeke xurt ber bi dilên hev ve gav avêtin. Ji hestên wan, ji nerîn û awirên wan eşq difûriya. Destên wan ji hevdu nedibû, lê êdî dereng bû û roja din her du jî dixebitîn.

Hesabê xwe dan, spasiya garsonan kirin û ber bi derî ve meşiyan. Berî di derî re derkevin, Loran jî Alîce jî li xwe fitilîn, destên xwe ji Ciwan Haco re bilind kirin, xatir jê xwestin û derketin.

Her du jî nîvserxweş bûn. Heta ber tirimbêlê, Alîce di bin çengê Loran de meşiyan.

Loran derî li Alîceê vekir, Alîce ji ber tesîra alkolê piçekî bi zahmetî rûnişt. Loran fitilî hêla tirimbêlê yî din, ew jî rûnişt û tirimbêl meşiya. Di rê de hîç nepeyivîn.