Gotar

ŞEVBÊRKÊN SPÎ

Kemal Necim 3,251 Xwendin

ŞEVBÊRKÊN SPÎ

 

 

1

Min dixwest te vexwînim şevbuhêrkeke spî

Spî mîna berfa serê salê,

Sersala ku îsal dereng ma..

….

Dizanim te bêriya berfê nekiriye,

Lê dilê te dibije çîrokeke spî,

....

Çîrokên min ên spî bi qasî hijmara tiliyên destên te ne, ku te roja cenjê hine kiribûn.

Dilê min berî hilweşe, spî bû

û pelika vala ya dê helbesta xwe lê binivîsim,

gula nêrgizê ya li ser keviya dîwar

pirtikên singa çûka min a di rekehê de,

û temenê min..

temenê min spî bû

mîna berfa serê salê,

Sersala ku îsal dereng ma..

……….

 

 

 

 

 

2

 

Min dixwest li çîrokeke spî pêrgî hev bên,

çîrokeke neşikandî,

mîna berfa serê sibê,

Sibeha ku îro deregn ma

….

 

 

 

 

 

3

 

Min dixwest bi rûyekî spî,

ji te vebim

Weke çawa zarokên salê

ji şîr vedibin..

Rûyekî spî

mîna silavên dê diyarî min kiriba,

diyariya ku vê carê jî dereng ma..

……

 

 

4

 

Li benda cenga dawî bûm

Ku dergehên çîrokê radestî artêşa te bikim

û ala têkçûna xwe

…………

Li benda hilweşîneke spî bûm

spî mîna aşîtiyê

aşîtiya piştî cenga dawî

dawiya ku dreng ma..

…………

 

5

 

Bi çêja meqamê lavijên koçeran bû

Strana spî, te diyarî min kir

……….

Bi çêja  seravek e spî bû,

Çaxê ku çavên te li bîranînan hilnayên

….

Strana spî, te diyarî min kir

Bi çêja te bi xwe bû..

Şîrove