Ji zimên vir de – Cinsiyet û kamilî di mîstîka îslamî de

Ji zimên vir de – Cinsiyet û kamilî di mîstîka îslamî de

Ya ku ji felsefeyê re rast e, ji bo helbestê jî derbasdar e: Ger ew bixwaze bibe helbesteke rastîn, lazim e ku hasilên wê mîna ramanên felsefeyê li hev înkomensûrabil (neqiyasdar) bin. Tê zanîn ku Kant di warê felsefeyê de ji vê yekê re skandala felsefeyê gotiye. Çawa ku raman û fikrên bingehîn di wê de her car înkomensûrabil in, di serê ferdên felsefekerî de bêhed û bêhesab cihêreng dibin, wusa jî nîgar di peyv û bêjeyên helbestvanan de. Niha, pêvajoya têgihiştinê di wê de, çawa ku di felsefeyê de jî, ne tenê ji hêla metodolojîk ve gengaz e, bi rastî ev pêvajo wateya yekta ya peydabûna helbestkîyê ye. Ev di aliyê ziman û têkilaya wî bi tiştên heyî re fenomenekê sersînorî ye. Em ê li ser vê pêvajoyê bisekinin, hingê: Pênasekirina helbestê, û hem jî felsefeyê, tucarî bêyî referanseke ber bi warên din ên zanîn û hunerê de nikare were dayin. Rast e ku felsefe referanseke zêhnê (mind) ya ber bi zanistê ye, ew zanistê destnîşan dike, di helbesta mîstîk de, ku kiryariya wê di baza hestan de sewiya tewr bilind e, ew ê hedefa destnîşankirinê dîn e, ji yê ku helbestvan afirîneriya xwe jêtîne. Li vir bituniya fikir wekî şêwazek tecrubeyî, li wir bituniya hestî wekî ezmûnek, ku helbestvan wê her dem şêwazek tecrubeyî dihesibandine. Xuya ye ku helbestvanan ji vê ew ramanên xweyên spekulatîf ên derheqê yekbûna bûyinê û emanasyona taybetmendiyên îlahî  di heyînan de pêşve xistine. Ez ê di vê meqalê de li ser hin taybetmendiyên emanasyona  îlahî mijûl bibim.
Her çendî ev spekulasyonên mîstîkî li gorî berîdaniya dînî ya kultura jêderkî, ji hev cûda derbikevin jî, giraniya wan li ser karakterê panteîstî yê îlahî ye û - digel ku tenê metaoforîk e – wicûddayina wê îlahîyê di cîhana famdarî, wekî Kant digot a ‘intelligible’ de ye. Belê, di mîstîzma îslamî de, ango tesawif, ev alava ku cîhana famdarî tê de bicîh e, zahirî ye, berevajiya wê jî batinî ye. Batin asta spekulatîf a helbesta mîstik û herwiha garantiya wê ya referansa Quranê ye jî û ev warê ezmûna sirran û mutleq e. Li gorî batiniyan maneya zahiriyê ew e ku ji bedewtiya wê bêhnek a sirra veşartî (batin) jê were girtin, çima ku ew gotina îlahî ye û hîsîn ji gotinê wêdatir nikare biçe, lewma hîsgirina wê zahiriyê nederbasdar dihê îlan kirin. Mirovê herî biaqil, yê ku bikaribe îlahî nas bike, ye: ev nederbasdarî û hed ê hîsgiriyê û famberiyê, dikare bi rêya gumanberiyek ji wê wêdetir bête objektîf kirin, wekî ku Xetayî (Şah Îsmaîl) dike: 

di serî de bihar nebûya
gula sor venedida
ku gula sor veneda
bilbila biderd venedixwend

Serpêhatiya ku helbestvan wekî şîna matemî ya Alî û bi texmînî malbata wî disêwirîne, bi objektîfî tête hesibandin û yekser li destpêka afirînê dihê neqil kirin. Eşa ku alewiyun dikişînin, ev fikra Xetayî ye, ji aliyê afirandinê ve hatiye xwestin, ew cewhera xwesteka wê ya sereke ye. Ji ber ku ew afirîn rind e, mîna biharê, û kulîlkên delal şîn dike, ku bilbil bi wan mibtela bibe. Dinya mîna gulistanê, baxçeyê ezîm, be jî, tê de wext (zeman) bi awayî faktorek cûdakerî heye. Bi wî perçekirina yekîtiya îlahî çê dibe, ku par bi par bi dû hev de li dû hev diçin. Bê guman, ev demkîtiya ku mesafeyek di navbera îlahî û mexlûqan de vedike, ji aliyê Xetayî ve hatiyê xwestin û di serî de, ka em gotina xwe ji dostê xwe re nebêjî nehêlin, îdeolojîk e. Jixwe qelibînên mîstîkê ber bi dîn ve, ew hin caran kiriyê hevkar, hin caran jî li hev neyar: Ku meriv li dîroka mîstîzmê nihêrî bes mînak bo her duyan jî hene. Mîstîk ji bo dîn û siyaseta wî re refeqetvanekî sadiq bûye. Sebeba wê jî ev e: mîstîk ji felsefeyê rihêttir dikare di dîn û siyaseta wî de were entegre kirin. Felsefe bi têgihîştina xweya xwemalî ya ji siyasetê ve dikare bibe talûkeyek mezin ji bo dîn û bernameya wî ya siyasî. Loma ku referansa wê zanist e û mekanê zanist jî di girovera jiyanê de ji ya dîn firehtir e, û ew dikare dîn objektife bike, û pê re siyaset dikeve xizmeta zanistê û ne dijraberî. 
Mînakek ji bo pozîtîfbûna sûbjektîf a ezmûna mutleq, divê, heya ku mimkun e, wextê jî bigire nav xwe, ku negirt dibe ku ew xwe di îddîayên bêdawî yên objektîfiyê de bifetisîne. Mela Cizirî, her çend nikaribe vê objektîvîteyê bi tevahî red bike jî, ew sûbjektîvîteya xweya helbestî li cîhê ku meriv hîç hêvî nake, ango di peyva gerçî de, a ku wateya wê esasen e û li vir bi armanca lawazkirina wateya mebestî hatiye karanîn, rave dide. Rast e ku maneya (cisim, madde, Xweda) afirîna îlahî (zat) eşqa di dilê mirov de ye, lê ev sînorkirin di heman demê de destwerdana sûbjektîf (gerçî...) a helbestvan e, tenê ew pê dizane.

Gerçi bilbil cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji `işqa bilbil e

Birastî, ev berî pêşiyê lîrîka xwezayî (Naturlyrik) ye – bi peyamek nûranî, ya xwe ji ruhê mirov bêtir dispêre aqilê îslamiyê. Xwedê her çiqasî nikaribe bêye venasîn jî, ew her tim nêzê mirovan, an em bibêjin li ser zimanê wan, e, heya eşq, yenî daxwaz û hewldanên wan ên çê û maqûl, di dilê wan de ye. Lê em ji Xetayî û Mela dihasin: Bêyî şehdetîdana ji tiştekî yê ku di hişyariya bawermend de çalakiyek baweriyê, ya îmanê, ye, sûbjektîvîteya safî nikare were lidest xistin. Di vê hişyariyê de şehdetîkirina afirîniya îlahî û îman anîn yek e. Çima ku meriv dikare lê şehdetîyê bike, divê sûbjektîvîteyek hebe ya ku bi awayekî mewcûdiyeta îlahî radigihîne me û ji me çalakiya herî berz ya matbûn û ecibandinê dixwaze.
Cureyek din ê sûbjektîvîteyê heye ku ew yeksaniya razdar a batin û zahir naxe nav zimên an hestan û wê wekî şîdeta helbestkî di xwe de kifş dike. Ew prensîbên wan nîgar û tiştên ku wê wekî zahirî binav dikir, di xwe de kifş dike û ji wir şûn ve bi awayekî ‘vîzyona hundirîn’ dimeşîne. Ew a ku peyvên wê ji rastehatina zahirî difilitîne û wekî rewşên ruhî, rûdanên li cîhanê destnîşan dike. Lê ev destnîşankirina mîna di zanistiyê de nin e, ew ne fenomenolojiya zêhnî ye. Zanist bêyî jihevqetendin a peyvan û objeyan nabe, li destekî ziman û prensîbên yasayî hene û li destê din de jî daneyên çavderiyê. Bi rêya ezmûnan meriv dikare jê derxîne ku her du li hev tên an na – qe nebe îdeala fîzîkê bo hemû zanistê ev e. Lê di mîstîkê de ev lihevhatin mijara spekûlasyonên pêşqebûliya sirra îlahî ye. Jixwe cîhê wê sirrê jî zêhn an aqil nin e, ruh e:  “Ji bo zelalkirina ku di zêhnê de nîgar berî ramanê dihê, pêdivî ye ku meriv bibêje, helbest ji fenomenolojiya ruhî kêmtir ya zêhnî ye” (bdb. rp. 5).
Lê bi taybetî di mîstîka îslamî de, ku meriv tam bala xwe daye, xuya dibe ku têgihîştinek giştî ya ruh tê de tune ye. Pirraniyên wan di spekûlasyonên xwe yên di derbare ruh de, li dorûberê têgihîştîna wê ya Platonîzmê, metafîzîka îranî ya ronakiyê (îşraqtî) û Arîstotelîzmê de difitilin. Ya platonîk zêde pêşve nabe, zû dixitime, ya ku kûr dibe, dibe astek fireh ya arîstotelî ye. Ew jî dişibe ser psycheya (derûniya) yewnanên kevnare û herwiha ji zêhnê ya modern zêdetir nêzê hîsgiriyê û hevkirin a wê bi hişê ezmûnî ve dikeve. Wekî ku tê zanîn, Arîsto di “de anima”ya xwe de li dawiyê tê vê encamê ku ruh çu tiştekî ji xeynî karanîna çalak a organên pêhesiniyê nin e. Di mîstîkê de ev qeneat tê qebûl kirin, belê bi gîrdana ku ev mîna dilrehmiyek îlahî ye. Wusa paşê, bi xiroşmeya neoplatonîkî re, wusa dixuyê ku ruh an bi îraniya xwe can (gan, giyan) di zimanê me de wateya nemiriyê girtiye, Di helbesta mîstîk a ku têgihîştina Arîsto ya ruhê dihebîne de ev nemirî bi mecaza ‘çerixîna bêdawî’, wekî Nietzsche jê re digot, ve girêdayî ye, û ruh bi pênc hîsan, cîhê vê çerixîna hatin û çûyina ruhî li ser cîhanê ye. Ev e ku helbestvanê me Perto Begê Hekarî dibêje:

Çun can û sûret cismek in
Meşuq û aşiq îsmek in
Her yek mecazê resmek in
Ew îbtida ta întiha

Nîzam, ne tenê li gel almanan, wusa di ruhê helbestvan de jî muhim e. Dirust, rast e ku dema Birûnî bibêje: “ruh ber bi tiştên bi dizgunî û bi nîzamî ditewe, ew ji yên bênîzam û bêdizgunî re her tim bêdil e.” Me got, cîhê vê nîzamê ruh e, û daku ew der nebe cîhê lîstikek berdayî yê daneyên hîsan, divê tê de tiştek hebe ku bi rêya wî meriv bikaribe cûdahî bide xuyang û tiştan, ango hiş; bi kurtahî, ya xwedayî divê di xwezayê de jî zûneman be, eger ew dîsa û dîsa vegere, belê, mecbûr be vegere, ku ew bi xwe bibe hevparê ronahiya xwedayî, ya ku bo û di hemû mexlûqan de hatiye vêxistin. Ka em carek dîsa guh bidin Perto:

Canê heqiqî afirand
Li libsê mecazî sewwirand
Şewqek ji nîvê settirand
'Alem bi wê kir mubtela

Daku ronahiya hundirîn wekî çalakiyek îlahî ya orîjînal, belkî jî wekî ya yekem, were fesîh kirin, helbestvan neçar e ku rêyek dûr û dirêj li peyê xwe hebe; wî, wekî Bachelard dibêje, divê bigihîje şermûga bûyînê, ku hinek mabe ew ji xaneya famdar derbikeve, ew li ser wê şermûgê bikare şehdetîyê ji yekitiya nasîn û ya venasînê bide. Çawa ku Hafiz xwe (gede) di ruhê gerdûnî de şîret dike:

Zû, gedeyo, bê westan, 
têkeve nirxên zanînê, 
tenê li ser rêça te bi xwe vekir, 
tu dikarî bibî rêber li vê ayînê.

Ev yekîtiya tavilê di nêrîna bûyînê de girîng e, da ku nekeve bin stoaparêziyek naîf. Ji wê, pirsa maneya gelemperî, ya vê yekitiyê dertê, ku ew jî ya famdariya wê ye. Mijar û gotin di helbestê de çi bin jî, famberî maneya wê ya netîceyî ye. Çima ku di ruhê mirovan de qencîtî û spehîtî wan her tim dikişînin an jî bibadayîya xwe ve wan dikin obje û pê re famdar, di qencîtî û spehîtiyê de rasterastiya Xweda rastê ne rasterastbûna hestan tê, bi enerjî û hêzan, ên di wan de dihênijin.
Lêbelê diyar e, ku mîstîk di dawiyê de ji bo yekkirina hundurîn a vê pevçûna famberî û hîsan têdikoşin, ango di heman demê de ew bikarin wê nîmûne bikin,  eger ku ew li pey navmayî ya Xwedê, ango jêderka wî bibin. Nîmûnekirin ne tesadûfî yan jî keyfî ye, çiku ew prensîbek paqijiya du hêmanên vê yekîtiyê dişopîne. Asta vê yekîtiyê û niyeta wê dikare di zimên de were nas kirin. Ji ber vê sebebê ye ku Bachelard dibêje, helbest zimanekî ciwan û rasterast e. Ew ji bo vê rasterastîya fenomenolojîk di nîgarên zimanî yê ku em ji mirovan nas dikin, pênc salîtiyê ji emrên mirovî texmîn dike. Lê em dizanin, têgehên prosesî fenomenolojiyê dixin astengê, dibe ku ji vê em bi lênihêrîna Bachelard nikarin li ser têgeha enerjîk a erosê bisekinin. Feqet ji bo famkirina helbesta mîstîk ev heyatî ye. Zimanê helbestên Hafiz, Mela ûêd. tijî yê şehwet û erotîzmê ye, wekî ku me got, armanc e ku ew şehediya heyîtiya Xwedê ya di zimên (ziman û cîhan yek in, çawa ku zahir û batin bi rêya famberî û famdariyê yek bin) de dikin. Û ev heyîtî ne tenê di cisimê de bihed e, wekî ku Mela diyar kir, ew ji wî zêdetir zad e, y’enî ew xûye xwedayî yên ku di ruhê mirovî de, mîna xwesteka cinsî, nedihatin înkar kirin, lê berevajî, ev, wekî derbirîna vê yekîtiya ciwan û hestên ciwan, wekî hesta xwedayî, wekî eros dihate pejirandin. Di vê çarçoveyê de, divê meriv mafên Dorothee Sölle teslîmê wê bike, ji felsefeyê re mantiq çi be, ji mîstîsîzmê re eros ew e. Bê eros, mîstîsîzm nikare were fikirîn.
Wekî din: fikra di pişt vê emrê cîhanê (Weltalter) yê mîstîkî de, ku xwe di hevsengiyek dîrokîbûnê ya di navbera têgihiştin û aqil de vedibîne, ew mirovê daxwazkar û şîretkar ji holê radibe; ji niha pê ve ew bi kirinên xwe tenê şehdetiya hebûna Xwedê (emanasyon) ya li ser rûyê erdê dike. Lê meriv dibêje ew şehdetiya helbestvan bi rêya ruh pirr caran di demek vala û bêbihuriyan de nabe. Pê re ew şehdetiyê li serdem û çaxan jî dike, bi taybetî emrê wan ê ji çêkirinan hestan bi rêya hîsan texmîn dike. Ew serdem di kultur û zimanê xwe de çiqasî nêzê hestan bin ewqas zindê û saxlem in, û ewqas jî nêzîkê xwedatî ne; guman ew e, ya li pişt wî zimanê şehwet û erotîk di helbesta mîstîkî de. Gerçî konteksta wê cûda be jî, pênasîn ya wê hevsengiya dîrokî ya serdem û çaxan ji aliyê helbestvanan ji hêla Goethe ve jî hat qebûlkirin, ku wî pê ve dilsozî û pêbendiyê li wan îyade kir. Diwana Rojhilat û Rojava (Oksîdent û Orizent) wî bi diyarkirina emrê cîhanê ve destpê dike û Goethe wî wekî bîstan diçeşpîne. Çawa ku tê zanîn, navnîşan Hafiz e, yê ku bi xwe vî temenî daniye çardeh salan, da ku yekîtiya Xwedê, ya ku di têgeha eşqê de, bê qeyd û şert di rasterastiya hemû tiştan de biserîbûn diqede, li ber çav bigire.

Çardeh salan dijmere dilketiyê min,
dudi ji wan mewê tiriyê min,
bes e bo min,
eger kal û ciwan evqas li ba hev bin

Baş tê zanîn ku redûksiyona hestyarî ya têkiliya rast û ya rastîn di navbera mirov û hawîrdora wan de ne bi emr tenê bisînor e, da ku ew zayendeyê jî wekî faktorek berbiajoya paqijiya ruhî digire nav xwe. Li gel Hafiz, diyardeya zayendî ya vê helwesta hestyar a li cîhanê, gedeyek e, (پسر), çawa ku di helbestên wî yên bêhejmar de xuya dike (di fîlmê Mohsen Maxmalbaf Sikût de, ev raz tê eşkere kirin, ya ku Hafiz qenctirîn kiriye dergûşa helbesta farisî). Di cîhanbîniya panteîst a Hafiz de, ew mantiqî ye ku çu tişt tune be, bibe xwedanê kalîteyeke ku di mirovan de neyê rasthatin; di wehdet wicûd de, eger ku me xwe ji çilekî û arezûyên dinyayî paqij kir, Xweda mîna kalîteyek ruhî di çalakî û kiryarên me de ye. Xwastek û arezûyê me hemûşk xerakirin û hovkirinên wê nefsa îlahî ya orîjînal di me de ne, ew xeratî û neçêyî di gerdûna panteîst de xwe rave nade. Kesê aşiq, ango yê ku dikare bibe werbirê xwesteka xwedayî, ya ku çalakiya wêya herî bilind şahadetkirin (îman) û şehediya (şehîd) hêza xwedayî ye, wan di xwe de şewq dike, û ev jî helbet Hafiz e:

Dil ji eşqa te re konê padişa ye
Çav, ji bo te neynik e, aha va ye.

Bila çav tu qet ji wêneyê te ve vala nebe,
da tenê ji bo ku jê re bibe xanê ronak dibe

Li gel Hafiz û helbestvanên din ên farisî, ango acem, ev paqijiya ruh di ruhê gedeyekî de dihê dîtin. Dîtinek din jî ji hêla Ibn Erebî ve hat temsîl kirin, ku ew di ruhê jinê de diyardeya ruhî yê Xwedê dibîne. Mîna Hafiz ûêd Îbn Erebî jî gumanên xwe bi yekçûyina ziman û cîhanê ve bingeh kiriye û dibêje ku nefs (daxwaz), zad (madde, maddeya xwedayî) di zimanê erebî de, hema mîna rahmê ya zikmakî, ji hêla rêzimanî ve wusa bêmane ji zayenda mê nin in. Wî di vê yekê de elameteke ji bo têdebûna xwedahiyê dîtiye: "Xweda nikare ji cewherê veqetî were dîtin, û bi kemalî ji her tîştî baştir di cewherê (materya) mirovan de tê dîtin, û di jinê de jî ji mêr çêtir." (Schimmel, rp.102). Ruhê îlahî divê mîna yê jinê be eger ku ew gotin be, vebêj be, ji bo tek aqil û hişê selîm ê Xweda di însanê kamil de. Divê ev temsîla welidandinê û ya navmayînê û pê re bendek di nav wan de be, yê eşq e:  îcar li ser axa me, bi taybetî di helbesta ku em wê ji Bedirxan vir de wekî klasîka xwe binav dikin, bijarî li ser Îbn Erebî hatiye dayin, Mela, Perto, Siyahpûş, hemû xwedahiyê bi sembola jinê dikin nav mirovan. Perto dibêje:

Geh naz û gahî işwe kir
Geh remz û gahî cìlwe kir
Geh xemze û gahî pêşwe kir
Her yek ji yek dîger 'ela

Di dawiya dawîn de, divê meriv bibêje, ya ku bi rastî mîstîkî ye, çawa ku Wittgenstein karîbû bibêje, ne ya çawayiha cîhan e, ya ‘ku’ heyîtiya wê ye. Lê, wekî me li jorê jî dît, mîstîsîzm bêtir li dora agahderiya çawayiya wê dizivire û di vê de jî armanca xwe ya rastîn dûr dikeve. Çiku ya mîstîkî û mîstîzim divê yeksan bibûyan û mîstîzim îspatkirina wê sirra bûyina cîhanê bibûya, lê ehlê mîstîkê (alim, mitesawif û arif) gelek caran bi vê nakeve û xwe di spekûlasyonên li ser çawabûn û bicîhkirina şopên qaşoyî yên afirînê di vê çawabûyina li cîhanê de dixenikîne. Ev bendava wê safîtiyê di emr û cinsiyetê de ya ku ew xwe li dorê diçerixînin garantiya wan a navmanî (îmanent) ye, lê ew jî pirrî caran çav girê danê. Ji ber vê yekê, ji nerîna zêhnî de, ew gelek caran tenê pasos û hişmendiyek derewîn e. Lebê, ew wê di belaviya psîkolojîk a navkulturî de nepêwist nake; belkî tam ji ber ku ew dikare pêşî li hişmendiya bedbext bigire.

 

Çavkanî 

* Perto Begê Hekarî: (Latînker: Tehsîn Î. Doskî) Diwan. Weşanxana Nûbihar, 2014, 

* Hafez-e Shirazi: (Wergêrê almanî: Josef von Hammer-Purgstall) Diwan. Kelkheim 1999,

* Dorothee Sölle: Mystik und Widerstand - »Du stilles Geschrei«. Hoffmann und Campe, Hamburg 1997,

* Die Poetik des Raumes: (Wergêrê almanî: Kurt Leonhard) Hanser, München 1975. (als Taschenbuch: Fischer, F/M 1997,

* Immanuel Kant: Kritik der praktischen Vernunft. Hrsg. von Horst D. Brandt und Heiner F. Klemme, Meiner, Hamburg 2003,

* Annemarie Schimmel: Meine Seele ist eine Frau, München, 1995,

* Gotthard Strohmaier: Al-Bīrūnī. In den Gärten der Wissenschaft. Ausgewählte Texte aus den Werken des muslimischen Universalgelehrten, übersetzt und erläutert. 2. Auflage. Reclam, Leipzig 1991.


        

Parvekirin: Rahmet Yelken
Xwendin: 257
Dem: Nîsan 10, 2021
Beş: Name
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAFIA CORDKI

Zhe szedsala 11an ta charieka pyshin a szedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De szedsala    

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019