Article

QAZ KIBAB

zekerîya husênî 2,375 Reading

QAZ KIBAB

 

QAZ KIBAB

Nivîskar:muhemed alî cemalzadê

Wergêr:zekerîya husênî

 

BEŞA 1

Şeva eyda nevrozê û dem dema  bilindkirina  pileya şoxl bû Li dayirê me bi hevkarên xwe re visa hev kiribû kû her kesê  kû pêşî hat terfî kirin. Wek velîme şahîyekî li dar bixwe  kibabek qaza bi rêk û pêk bide û heval noşî can bikin û ji bû can û rûmeta wî dia bikin .

Şans lê xist û terfî bi navê min derket  yeksere min pirsgirêka mêhvan darîyê û hev kirina bi hevalan re bi pîreka xwe yên kû nû em zevicî bûn re min par vekir. Got te şêranîya dawetê jî nedaye hevalên xwe û dive îcar wê carê êdî baş rêza van bigrî. Lê tişta ku heye ew e me Temsîk û kir û çetel ji bû zêdetir li donzdeh kesan ra tine yan divê dîsan destek din bikirîn an jî gerek hejmara mêvanan li yanzdeh kesî derbas nebe kû bi te we bibe donzdeh.

Min got ê tu bixwe çêtir dizanî ku di vê şeva eydê de rewşa abûrîya me bi çi avayî ye . û bûdce rê nade ku diştên nû bikirîn û hejmara hevalan ji li bîst û çaran kêmtir nabe .

Got ma mirov dikare garanik nêre kerên istû qalind soz bide tenik ewên kû rêjeya van bilinde soz bigre û hew yên mayî jî nexden xetekî dayne ser û bihêl somaqê bimêjin.

Min got; hey lo xwedê ra xaş nayê . ew belengazan salê carekê pîyek visan wan ra dikeve û ew demeke dirêje ku  zikê xwe sabûn dikin kibaba qazê bixwin û ji bu wê çaxê jî dem dijmêrin. Heka ku em xwe bin bavêjin lê muheqeq cavên min  derxînin bi rast  em xwe bi xwe ne jî ,mafê wan jî heye . çawaye em li mala heval û hogirekî destek din firax û pêlavan deyn bikin han .

Bi hêrs bersivand , wê xeyalê li serê xwe de bavêj ku ne mimkûn e ku di mêvandarîya yekem piştî zewacê bihêlim li hêla hinekan tiştê deyn bikeve vê malê , ma ti nizanî bê meymenetê û zaroka yekem dimre ?

Min got wê çaxê tû çara me nemaye ji  bilî wê ku du  caran em şahîyê çêbikin , rojek komek bila ware û bixwe û roja din jî koma din, xanimê ev rêkeftina pejirand û birîyar hat dayîn ku koma yekem dê roja duyemîn a newrozê û koma duyemîn jî di roja sêyemîn de werin .

Niha roja duyemîna eydê ye û pêşwazîya mêvandarîyê bi her awayî hatiye amadekirin . ji xeynî qaza ku min  soz dabûn, girara cehê bi kalîte û kibaba goştê berxan û du celeb pilav û çend cure xurek  , bi hemu mixelefatê wî we ser rast bibû. ,di nav nivînek germ , nerm û teze kû mincimle yek ji tekberin cihêzê xanimê ye min pala xwe dabû û bi kêf mijûlî bi xwendina cîrokên yekta yên sadiq hîdayet bûm  , ser kêf bibûm ku hevjîna min ket hundur û got zilamek bodek bi nawê mistefa hatî û dibê ew pismamê te yê heqe û ji bo pîroz kirina eydê hatî.

Mistefa kûrê bismamê qîzxala xaltîka dîya min dibû. Camêrek temen bîst û pinc an bîst şeş salî . Remtele û der bi der û şepûl û debengî û heta bijî mirovek nerind û nemîzan bû , her dema ku dixwast tiştekî bêje ,  reng wedida û reng hildida û wekî ku komek dirafê  tûnc di qirika wî de asê mabe devê wî vekirî dima û xire cir dikir .

Xwedê re sed carî şukir kû salê carek î zêdetir me bi dîtina bejn û bala xwe  kêfxwaş nedikir.

Min ji xanimê re got ;  tu bi xwedê jêre bêje filan kes hê li xew ranebûye, û bela wê dêwê bê şax û dil li serê  me wek  û bihêle bila here ber destê bavê xwe yê rehmetî .

Wî got ew yeka min elaqedar nake ! malên xerab ber peleguha xwedanê xwe ye . maşallah heft qûrana di navberê de ew  pismamê te yê destîyê dîzkêye . her gîla ku heye li serê xwe bixwe . min di esas ê de destnîşan kir ku tu têkelîya minê bi xizmên diderî ya we çênabe, ew jî bi landehourk bengî nola wî.

Min dît tû çare tûne û xwedê ra jî xwaş nayê ew belengaza xwedê belkî li rîyek dûr û dirêj bi zikê birçî û lingên tazî  bi hêviya çend rîyalên eydê hatî , dest wala wegerînim , min ji xwe re got , heka tu di rojeke wiha bextewer de seleya erham nekî îcar tu yê kînga bikî?

Wêrê min gazî wî kir , serê xwe çemand û kete hûndir . min dît hezar maşallah xwedê li nezeran dûr bike ezbenî vatirqeyde. Bejna wî dirêjtir û ser û rûyê wî xerabtir  bûye . stûyê wî mîna stûyê wê qaza dayîk mirî kû di heman demê de di dîzikê de dihate pijandin serî li berstûka gemar de derxisti bû tevî kû li ser lêçûna xwe rîh lê xwe kur kiribû , lê pirça zer û sor û qehweyî bi qasê tilîyekî li ber stuvanga kirês we derketî û mîna kurmên kû ketibe cawmarkê genî li dorhêla sitû û qirika wî de diliwîyan. Li şirove kirina kincên wê jî ya baş çêtire kû ez derbas bibim , lê hema ew qas dizanim kû ser çokên pantolonê wî li ber zêde şuştinê bi qasê bistekî hatibû xwarin  ewqasî ba bi bû ku min bi rastî jî xeyal dikir ku du serên zebeşê ji cîhekî dizîye û li wir de veşartî.

Ez mijûlî temaşe  û bellîkirina wê mexlûqa nadir û tişta xerîb bûm ku pîreka min bi kelecan ket hundir û got xwelî serê min be mêro , hek a em wê qazê ji bû mêvanên îro bînin , îcar ji bo mêvanên sibê tu ê kuderê qazê bînî ? te qazek tenê anîye û te soza kebaba qazê jî daye hevalê xwe hemûyan !

min dît rast dibêje û min îhmal kiriye . min got ma nabe nîva qazê îro û nîva din jî sibê were ser masê ? got qey tu dixwazî  xwe rezîl bikî ? qet nehatîye dîtin ku nîva qazê daynin ser sifreyê. Hemî xwaşikîya kebaba qazê jî ew e ku dest lê nedayî û ser girtî were ser masê .

Bi rastî gotineke heweskar bû û tu cihê gumanê jî nehêla di cîh de ez têgehiştim kû rewş aloze û piştî demek fikir û ramanê , min çareseriya bêhempa li wir de dît kû çi dibe bila bibe gereke em qazek din jî peyda bikin. Min ji xwe re got ku ev mistefa , tevî kû bê aqil û nezan be jî ji bû wî  dîtina qazekî li bajareke mezin wek Tehranê , vedîtina Amerîka û şikandina stûyê Rustem ma nîne , bê guman ew  hinda êdî li dest wî tê .

Min xîtabî wî kir û got: mistefa can , divê te fihm kiribe ku çi diqewime , ez bi qûrbana te , ez dixwazim ku tu xwe dîyar bikî ka bê lûtkeya şiyana te çiqase û li binê keviranda bejî divê îro qazeke baş û teze bi her avayî dibe bila bibe ji me re bibînî

Mistefa bi adetê xwe yê tê zanîn di destpêkê de hinekî sor û reş bû û di axirkê de dengê wî perçe perçe mîna dengên nargîla ku ava wî kêm û zêde bê kirin li hefika buxaza wî hat û derket holê ku welê dibêjin di wê roja eydê de, divê li qazê dest bê şûştin û dev ji vê ramanê were berdan , çimkî di tevahiya bajêr de dikanek vekirî tûne.

Min bê hêvîtî persivand , lê tu dibê kîjan xwelîyê bi serê xwe de ro kim? Bi eynî dengê û heman etwarê, ava dewê xwe daqurtand û got: bi xwdê êdî ez çi bibêjim!

Hûn dizanin ,lê baş bibûya ku we mêvandarî bi paş de bavîta . min gotê xwedê hinek aqil bide te , seatek êtir mêvanê bigîjin , ezê cawa wan  bizivirînim , got xwe bi nixwaşî ê bixwe û bêjin ku dixtorê qedexe kirî û li nav nivînan da jî dernekev. Min got min vê sibehê telefonî hinekan ji wan kirî , ezê çawa bêjim kû ez nesaxim? Got bêjin me qaz kirî bu kûcikê birî. Min gotê tu hevalên min naznakî, zara pêçikê ma nînin ku ez bêjim "memik kûco birî" û ewan jî mînanî zarê mirovan bipejirînin , ewê bêjin ma  canê teyê derketa te dixwest qazik din bistanda û bi teqez jî vê israr bikin ku kûcikê bînim da ku ewan hesaba wî bidin .

Got temînîya wî bide kesekî hema bila bêje malxê malê ne male û çûye zîyaretê.

Min dît ku gelekî qalo balo diaxwe , min  xwest çeqê wî biçînim û dêla wî jî bidim piştê û bêjmê de her e xwedê oxira te cîheke din bide.  Min gotê mustefa tu dizanî çiye? Min eydîya te amade kirî .

 Tu yê vê panqanotê hildî û bi lez herî , ji ber kû ez

Comment