Quote
Ez ji bo heqê xwe, devê xwe li ber kesî xwar nakim, heke ez karibim ez ê bistînim û na heke ez nikaribim; hingê heqê min li kesî tune ye.
Birîna me ne di laş de ye, di ruhê me de ye û em, ji ruhê xwe birîndar in. Ta niha me birîna xwe temirandî ye û loma, birîn baş nabe. Dermanê birîna me ziman, çand û kesayeta me a rastîn e. Heke em li xwe venegerin, em ê her wisa birîndar bimînin.
Tiştên ku em bi wan dizanin zanist e û yên ku em bi wan nizanin jî, felsefe ye.
Her ramana neguhêrbar, ji bo xwediyê xwe zîndan e.
Mirovên bedbîn, herdem dawiyeke bedbîn xeyal dikin. Lewma, tu carî xewn û xelayên wan têk naçin.
Ji roja ku ez ziman û dilê xwe, ji bo kesên ku fam nakin û ne hêja ne nawestînim, ji we rojê ve ez bextewer im.
Kesên ku ji bo berjewendiyên fermandaran têne perwerdekirin, ew tiredînên dilxwaz yên koletiyê ne.
Zêrger pirr dikolin, lê kêm dibînin.
Di serdema me de, xetera herî mezin hêzdariya îdeologên nezan e, ku bi rêbazên jakobenîst û zordest, rê û rêbazan li ser xelkê ferzdikin. Tekane tiştê ku dê rê li ber vê zordestiyê bigre jî, ramana azad e, azadiya ramanê ye. Li warên ku azadiya ramanê lê hebe, ji îdeologên famkor re cih tune, rexne û serbestî lê heye.
Rast e meriv bi xemginiya dostê xwe diêşe, ev hêsan e. Lêbelê ji bo ku meriv bikaribe bi serkeftina dostê xwe dilşa bibe, lazim e meriv xwediyê xisleteke saxlem be.
Meriv çuqasî hindik bizanibe, hewqasî baş radizê.
Kesên dildarê giyaneke spehî ne, heta dawî dilsozê evîna xwe ne. Lewre tiştê ku jê hezdikin, bêdawî ye.
Ji bo meriv bikaribe xwe bigihîne ronahiyê, divê ji tariyê re bibêje hodrê meydan.
Ramanên we têk biçin jî, divê samimiyeta we serkeftinê bi dest bixe.
Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hêjîran.
Di nava nîsan û gulanê, xwedê bide tavek baranê, çêtir e ji gundorê zêrînî li ser sê riyanê...
Mirov bi zanebûnê nabe mirov lê bi têgihiştinê mirove.
“Her tişt diherike.”
Dijmin li nigê mirov dinêre, dost li serê mirov dinêre..
Min digot qey tu bi zimanî, ma tu bi Kurmancî nizanî?