Çi dibe

Çi dibe

Îro ji rojan şev e
aliyek cejn
ê din ferman e
şîn û şahî
jîn û jan e
gotinên cêwî ne
dijwate bin jî
hemwate ne

Dev çûyî paş guhan
çav ewrên baranê
lê berf dibare
erd girtî

Ba ketî bê
bask peritî
derî berba
aşeba tayê dihêre
arzeba êşê tîne
kareba pê ve dide

Surûşt şerm dike
gulê reng avêtî
reş bûye
karzê pelimî
binefş stûxwar
lale bê çare
temen payîzî

Helebçê baran dibare
ji deman navroj e
navê lêker qirkirdin e

Dermekeve îro
li bajêr nemîne
dûr here
giriyê te nebihîsim
dîlitiya te nebînim

Pasdar ketî bajêr
pêşmerge li pê
an jî li pêş
kolan dagirtî
gur û pez bûne kirîv
biradostî dilîzin

Piştî nîvro
çi bibe roj diçe ava
çi bibe dixeyîde
çawa mirî pir
zindî kêm dibin

Bûkik dişewitin
jîn dikizire
bîna bîso
bîna goştê şewitî
bîna mirdêr tê
mirin ketî kulîlkan

Tarî difire
birû direwisin
bijang gij
zêlî avê dijene
firk ketî roniyê
spiyê avêtî ser
sipî ketêne

Tîrêj qerimîne
mij vexwarine
ajalekan mirarî
hêşîn zerikî
şewat hatî bajêr
avêtî ser jîyanê

Balafir bawî
neyar tî
xwînê dixwaze
har bûye
girêza napalmî
agirê sor dirêşe
têr nabe
xwelîyê rêş dike
hêvarê ferman e

Helma zebenî
gaza xerdelî
bêhna sêva pûç
bexda har bûyî
tav bi tav jînkujî ye

Megrî
bira kêf nekin
giyanşar î tu
wêran mebe
reş girê mede

Hêsrên xwe vebişêre
bira şa nebin
tifî rojava bike
rojhilat jî bide ser

Here avdasxanê
piştî mîzê gû bike
têra berjewendiya aborî
têra berjewendiya ramyari
têra berjewendîya netewî
têra têra bike
ne tenê hûr
çavan jî têr bike
paşê avê berbide ser
derbikeve here

16.03.2000

Derkenar: Ev hozan ji kitêba min a bi navê "Şevên Payîzê" hatîye girtin.


        

Raif Yaman
Parvekirin: Raif Yaman
Xwendin: 1482
Dem: Adar 16, 2020
Beş: Wêje
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019