Çar sedemên Arîsto

Çar sedemên Arîsto

Hem wextê ku tişt peyda bûn û hem jî wextê ku ew wenda bûn - bi wan re verpirsîna sedema (cause)peydabûn an jî wendabûnê çêdibe. Famkirina zanistî ya sedemê ev e: sedem, tesîra guherînekê ya yekeme, ew (muheqeq) dikare bi rêya rêzkirina vê tesîrê di guherînan de bêyê şopandin. Di wateyeke besît de em dikarin bibêjin ti tişt bêyî sedemekê tune, yan zelaltir: nabe. Her çi (fikir jî tê de) qewimî bi sedemeke xwe diqewime. Sedem, wek pirseke taybet a felsefeyê, xwe di hemû çax û ekolên wê de bilind dike û rave dide. Gelekî caran jî meriv dikare bi bersiva wê pirsa orijînal a felsefekirinê ve ji dereceya zanistî ya felsefeyan (mîna: felsefeya Kant, felsefeya Hume hwd.) serwext bibe, çiku têgeha sedemtiyê yek ji yên bingehîn a hemû zanistiyê ye û warê biryarkirin û destxistina wê ya rasteqîn jî îro (heya ji serdema navîn vir de) ne felsefe ye, zanistên fîzîkî ne. Li wan ew şerteke, çawa dibêjin, sine qua non e, bêyî wê qet tişt nameşe.

Da ku fîlozof jî mirov in, pirr bişixulin jî, mîna ku yariyek di derheqê Arîsto (Arîstoteles) de vedibêje, ‘Arîsto za, şixulî û mir’, emrê gelekan ji wan têra gihîştina bersivdayina vê pirsê nayê, lê binavgînî yan jî rasterast: di bingeha her felsefeyê de têgiştînek sedemîyê heye, lewra di dîroka felsefeyê de gellek têgehên sedemê hatine afirandin. Yek ji wan a spesîfîk û dibe ku ya herî bandordar ya Arîsto ye. Di felsefeyê de mûtat e ku meriv ji konsepta Arîsto ya sedeman re ‘ilma çar sedeman bibêje. Ew vê ‘ilmê di kitêbên xwe yên bi navên Fîzîk û Metafîzîk de niqaş dike û pêşkêşî me dike. Qesta min ew e ku ez di vê meqaleyê de kurhatî vê ‘ilma wî bi desteka çend heb mînakan ve îzah bikim.

Li vir nav û bername yek e. Arîsto di navbera çar sedemên cûda de cihêtiyê dike ku ji bo wan navên Latînî di dîroka felsefeyê de hatine saz kirin:

1. Sedema madeyê (causa materilias, yewnanî: hyle) ya guherînek an tevgereke ji madeyê (materyal) ye. Li gorî Arîsto ev sedem ji aksîdensiyan (sedemên rasthatî/tesadufî) serbixwe ye, nikare were guhartin û hebûna wê mutleq e ji bo karekterîzekirina (wekî ne aksîdensiyal a) sedemek an komek ji wan. Made barbirê sûbjeya guherînê ye û hemû sedem tê de dixebitin, ew sparteka wan e.
2. Sedema formê (causa formalîs, eidos), ya guherînek an tevgereke di heyber an tiştan li gorî formê(şikil) wan e. Ev form bi terma celebek ya giştî (mirov, gur, dara meşiyê hwd.) ve girêdayî ye. Bi wê sedemê bersiva pirsa ‘çima’ tê dayin, made spartek, sûbje be, ew jî objeya armanc û bizavê ye. Herwiha di vê xalê de hêjayî gotinê ye ku têgeha Grekî eidos, εἶδος, ya ku Arîsto ji bo vê bikar tîne bi konsepta fikran ên Platonîkî re têkildar e.
3. Sedema bizavê (causa effîcîens, kinoun), di guherînek an tevgerekê de sedemeke bizavê (hareket) heye. Ev sedema sereke ye di destpêka hemû guherîn û tevgeran de û hem di sedema madeyê de hem di ya formê de dixebite. Bêyî bizav (hareket) ti guherîn an tevgerên guhartin çê nabin, ne de zêhnê (raman) ne jî di xwezayê de.
4. Sedema armancê (causa fînalîs, telos), ya guherînek an tevgereka ku tiştan/me angorî armancek bizav dike. Nimûnekirina Arîsto bi xwe ya vê sedemê jîmnastîk e: kî bixwaze ku tendurist/sax bimîne, ew ê biçe bireve an bigere (jîmnastîkê bike); li vir tenduristî hem armanc û hem sedema gerandinê
(revîna sîporê)
ye.

Lêbelê, Arîsto bi xwe îkaz dike ku mimkun e di hin tişt an tevgeran de yek an jî çend heb ji wan sedeman, ji eynî çeşîd an jî çeşîdên ji hev cûda, bixebitin. Meslen, di peykerekî de yek an jî çend hebsedem bi hev re dixebitin: madeya ku peyker jê pêk tê, peykersaz ê ku bi bizava (karê) xwe ve formekî dide wê madeyê, û helbet ew wî karê bo armancekê dike. Di vê çarçoveyê de Arîsto behsa “sedemên jihev” dike, loma yek sedem a ya dinê. Sebeba wê behsê ev e: Ger em bifikirin ku hunermend ji bo ku xwe rehet û baş-zindî hîs bike, kar dike, ev yek ji nû ve dibe sebebê karkirina wî hwd.. Li vir xuya ye ku du-sê sedemên karkirin a peykersaz hene. Ka em li jêrê angorî Arîsto di mînakekê de bi berfirehî salixê wê têkiliya di navbera sedeman de bidin.


Em bibêjin ku malzemeyê kargêriya madî ya dartiraşekî ji bo çêkirina maseyekê, ji dar û mîx û wîde ûdestû (plastîk) pêk tê, ku em dikarin wan wekî sedema madeyê binasînin. Ji ber ku maseyekderê, pêdivî ye ku dartiraşek (fakulte) hebe, yê ku bi amûrên guncan ve bikaribe masayekê çê bike. Heya vira me di xebata dartiraş de du çeşîd sedem dîtin: causa formalîs, ji ber ku form (li vir masê) pêşqerar dide ku divê çi wekî hilberek derkeve. A din jî sedema bizavê (causa effîciens) ye. Di prosesa îmalkirina maseyê de, bi pevguheztin û birrîn û zeliqandina bi hev re, dartiraş dibe, çawa ku Arîsto dibêje, guhêriyê guhertiyê. Pê re ew tiştekî nû ya ku, belê made û fikra wî mewcûdbûya jî, di wî formê de tunebû, hildiberîne. Ya ku dimîne causa fînalîs e. Belê, gava ku meriv bala xwe baş daye, ew jî dayî ye. Ku em bi hêsanî bibêjin dartiraş ji bo bikaranîna kesane ew perçeyê mobîlyayê çê kiriye, wê hingê causa fînalîs li me dayîn e.
Dîsa, ev sedem dikarin bi gelek awayan xuya bikin. Ji bo Arîsto şeş (feqet yên aksîdensîyal bi giştîseba zanistê ne muhîm in!) çeşîd sedem hene, ku her yek dikare bi du awayan (modus) xuya bike. Vana an takekes an jî celeb in û dikarin bi hev ve girêdayî yan jî ji hev cihê xuya bibin. Ew hin caran yek li dû yekê derdikevin, ango sedemek dikare sedemek din derxîne holê, an jî çêbike. Di mînaka me ya maseya de, made sedema formê ye, form di dewrê de sedema bizavê/çalakiyê û çalakî sedema armancekê ûwd.. Ji bilî vê, di rewşên berfireh an takekesî de sedemên aksidensiyal jî hene. Di vê kontesktê de mînaka Arîsto peykersaz Polykleitus e. Ev aksîdensiyek e ku ew Polykleitos e. Wekî mirovek, ew didestpêkê de sedema peykerê ye, paşê jî wekî celebek, ango çima ku mexlûqek zindî ye. Çimkî, eger Polykleitos ne mirov û zindî bûya, bandora ku bû sedema formê peyker ê nikaribe ji wî derkeve. Yenî ew hem wekî Polykleitos, hem wekî mirovek û hem jî piştre wekî mexlûqek, sedema peykerê ye. Mînak dê berevajî vê jî bixebite. Ew zindiyek zindî ye, dûv re jî mirov, dûv re Polykleitos peykersaz û sedema peykerê. Sebeb jî ev e: Eger ku heman made ya sedemtiyê bi gelek awayan bû sedema guherînan, ew awa dibin sedemên aksîdensiyal, yên rasthatî (tesadufî). Her mirov ne peykersaz û her zindî jî ne mirov û her Polykleitos jî ne peykersaz e, ew taybetmendî gişk aksîdensiyalî ne, tenê ew yek Polykleitosê peykersaz sedema cewherî ya peyker e.
Dorfirehiya vê mînakê bi ti awayî li vir naqede û dikare bi dijberiya di navbera fakulte (potensiyal) û çalakiyê (aktivîte) de, çawa ku Arîstoteles jê re dibêje, were berfireh kirin. Her tiştê ku bi têgeha giştî dikare were vegotin, li gorî fakulteya wê, sedemek di kategoriyên li pey hev de ye. Wusaaksîdensiyalên çêker ji, eger ku meriv wan bi tevahî berçav bike. Rast e ku qabîlîyeta çêkirina peykerekî peykersazbûn e. Lêbelê di mînaka me de ew ne sêwiraner bû, ne xwediyê wê qabîlîyetê yan jî derfetê bixweyî wî peykerê çekiribû, tenê yek kes, ew kesê ku ‘bi rastî çalak’ bibû. Biencamî, em dikarin li hev kom bikin, yê ku bir rastî çalak û pê re sedema takekesî ye, di wextê de yeksan e bi wî tişta ku wî berê xwe daye - yekkirina obje û sûbjeyê. Tedawîkerekî belî û nexweşiyeke belî di heman wextê de dayîn e. Yeko-yeko yan jî bi komî, derketina wan sedeman çawa ku di cewherê de yek be, di formê de yek be, di armancê de yek be û di bizavê de yek be, wusa jî yekitiya wan di wextê de jî mazbût e.


        

Parvekirin: Rahmet Yelken
Xwendin: 308
Dem: Nîsan 18, 2021
Beş: Felsefe
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAFIA CORDKI

Zhe szedsala 11an ta charieka pyshin a szedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De szedsala    

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019